Şêniyên Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên navçeya Eyn Îsayê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê di bin dirûşmeya "Meşa rûmetê li hember dagirkerî û îxanetê" meşiyan.
Eyn Îsa- Bi sedan ji şêniyên navçeya Eyn Îsa û navçeya Cirin ên girêdayî Kantona Girê Spî- ya dagirkirî, saziyên civaka sivîl, Kongreya Star û Rêveberiya xweser li gundê Bexdikê yê li Rojavayê Girê Spî- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kombûn û meşiyan. Di meşê de şêniyan pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirinê re, na ji komployê re", "Bi rihê berxwedaniya Garê, wê serkeftin ya hemleya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê be", alên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Star hildabûn.
Meşê ji destpêka gundê Bexdikê despêkir, heta dawiya gund dewam kir û li wir rawestiya. Pişt re ji bo bîranîan cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat sekinandin.
Berdevka malbatên cangoriyan ya navçeya Cirin, Dicle Bozî axivî û wiha got: "Em berxwedaniya şervanên Tevgera Azadiyê ya li xaka Başûrê Kurdistanê silav dikin. Dewleta tirk siyaseta qirkirinê li hember gelên azadîxwaz pêk tîne û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkirî kiryarên her tund û faşîst dike. Ji ber vê divê li dijî van êrîşan û ji bo ku em hebûn, destkeftî û şoreşa xwe biparêzin, têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin. "
Meş bi berzkirina dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e", "şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.