Şêniyên Eyn Îsayê li hemberî tecrîdê meşiyan
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşma"Dem dema azadiyê ye", welatiyên Eyn Îsayê meşiyan.
Eyn Îsa - Di çarçoveya rêze çalakiyên hemleya "Dem dema azadiyê" de şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî meşiyan. Jinan di meşê de pankartên bi nivîsa "Bê Serok jiyan nebe" û "Azadî ji bo Ocalan" hildan. Meş ji qada Disiplînê destpêkir û li qada Şaredariyê rawestiya. Di meşê de gelê Kurd, Ereb û Turkmen bi yek dengî banga "Azadî ji bo Ocalan û na ji dagikeriyê re" berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Salih Ebdellah li ser navê şêniyên navçeya Eyn Îsayê axivî.
Bereke Ebdî ya beşdarî meşêbûyî got: "Me perwerdeya Rêber Apo diye, em ê bidin zarokên xwe jî wê ev fikr heya dawiyê bimîne û wê berfireh bibe. Bila gumanê kesê ji vê yekê nebe, bi me jinan mabe emê beval bikin û bigihînin her derê. Ji ber azadiya me jinan fikra Rêber Abdullah Ocalan re ye, ji bo wê ye em jin di pêşiya vê meşê de ne."
Meş bi siloganên "Bê Serok jiyana nabe" bi dawî bû.