Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi dirûşma"Li dijî dagirkerî û îxanetê meşa rûmetê", Şêniyên navçeya Eyn Îsayê meşeke girseyî li dar xistin.

 
Eyn Îsa- Ji 23'ê Nîsanê ve dewleta tirk bênavber êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, li dijî van êrîşan li tevahî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Eyn Îsayê li dijî êrîşan meşiyan. Di meşê de alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, wênyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên pêşeng û pankartên bi nivîsa "Êrîşên dewleta tirk a faşîst li ser Heftanîn, Qendîl, û Başûrê Kurdistanê em şermezar dikin", "Aramî û ewlehî bidin me, ne kuştin û qirkirinê" hatibûn hildan. Meş ji qada hêzên disiplînê bi tevlibûna endamên sazî û dezgehên civakî dest pê kir û li qada şaredariyê rawestiya. 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li ser navê Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Dîlan Hesen û li ser navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zehra Wês axaftin kirin.
“Bi yekitiyê emê dagirkeriyê têk bibin”
Dîlan bal kişand ser hevkariya dewleta tirk bi PDK'ê re û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û berfirehkirina planên wê diyar dike ku hemû dewlet pê re di nav planê de ne. Dewleta tirk bi tena serê xwe nikare van êrîşan pêk bîne lê belê bi alîkariya PDK'e û di serî de hêzên navneteweyî tên kirin. Planên dewleta tirk li ser hemû herêman hene û dixwaze hemû herêman dagir bike. Li hemberî vê jî divê em bi hev re yekitiya xwe bi rengekî  lez ava bikin. Divê em xeta têkoşîna xwe xurtir bikin û li dijî êrîşên heyî serî netewînin."
“Jin wê pergala AKP-MHP'e hilweşînin”
Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zehra Wês jî têkildarî êrîşan wiha axivî: "Di serî de em komkujiya Helincê bi bîr tînin, dewleta tirk her tim di nava êrîşên xwe de jinan ji xwe re dike hedef. Em dizanin ku ev meh meha berxwadan û têkoşînê ye lewre dewleta tirk di her demê de bûyerekê derdixe. Êdî em koletiya dewletan qebûl nakin divê hemû jinên cîhanê dengê me bibihîsin û li dijî van planan têbikoşin."
Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.