Şêniyên Binarê Qendîlê: PKK nasnameya jin û gelê Kurd e

Beşdarên pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê, diyar kirin ku PKK nasnameya jinê û gelê Kurd e û PKK’ê gelê Kurd vejandiye.

Binarê Qendîl – Bi boneya 47’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîrozbahî hat lidarxistin. Çalakvan û hevseroka Binarê Qendîl ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, diyar kirin ku tevgera PKK’ê ne tenê werçerxek dîrokî bûye, şoreşa fikrî û çandî ava kiriye û tê de jin bûne xwedî hêz û îrade. Her wiha destnîşan kirin ku pergala hevserokatiyê li Binarê Qendîl mînakek zindî ya wekheviyê ya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘PKK rizgariya gelekî ye’
Çalakvana jin a Binarê Qendîl Ronahî Hesên, li ser girîngiya dîrokî ya damezrandina PKK’ê axivî. Ronahî ji dîrokê mînakek da û wiha got: “Ger em li dîrokê temaşe bikin, bi taybetî salên 1960-1970’an li Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd di nav metirsiya tinebûnê de bû. Nasname û çanda wan tunebû. Lê belê bi serhildana Tevgera Azadî ku wek şoreşa fikrî bi pêşengtiya Rêber Ocalan destpê kiriye, qonaxa rizgarkirina gelekî, ji tinebûnê destpê kir.”

‘PKK partiya yekem bû ku jinan kir xwedî hêz’

Ronahî anî ziman ku PKK tenê ne partiyek e, felsefeya jinan e jî û wiha berdewam kir: “Ev tevger Kurd gihandin qonaxa îro ku wek ‘zindîbûnê’ pênase dike. PKK partiya yekem bû ku jinan kir xwedî hêz û nasnameya wê ya taybet. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku niha cîhan hejandiye, berhema vê felsefeyê ye.” 

Ronak Hesên bang li hemû kesan kir ku di roja 27’ê Mijdarê de, beşdarî şahiyên pîrozbahiyê bibin û li destekftiyên ku bi xwîna şehîdan hatî bidestxistin, xwedî derkevin.

‘Hevserokatî, aqilek azad e, ne tenê pêwir e’

Hevseroka şaredariya Binarê Qendîl Lavan Hemed Emîn jî , 27’ê Mijdarê pîroz kir û got: “Em di landika şoreş û berxwedanê de ne. Me li Binarê Qendîl piştrast kiriye ku hevserokatî ne tenê peywireke îdarî ye. Aqliyeta azad e, li vê derê jin û mêr bi rihê hevaltî û wekhev kar bi rê ve dibin. Ji ber vê bandora vî fîkrî, tundiya dijî jinan li vê herêmê nîne.”