Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna Ocalan bi çandina daran pîroz kirin
şêniyên herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kirin.
Navenda Nûçeyan- Yek ji xelatên dinyayê ji bo azadiya tevahî mirovahiyê û taybet ji bo gelê Kurd Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di 4’ê Nîsanê vînek pejirî û mîlada azadiyê li Rojhilata Navîn veda. Bi vê munasebetê her sal gelê Kurd li Kurdistanê û derve 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cuda pîroz dikin û kêfxweşiya xwe bi dilekî şad tînin ziman. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 949’an de li gundê Amara yê girêdayî Xelfetiya Rihayê li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê û bi xwe re felsefe û fikereke azad pêşkêşî tevahî cîhanê kiriye.
Şêniyên herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kirin. Li Qamişlo, Kobanê, Hesekê-Heleb û sehbayê şitlên daran hatin çandin.
Qamişlo
Li Qamişlo bi boneya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin
Her sal bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sazî û dezgehên sivîl li park û kolanên bajarê Qamişloyê daran diçînin. Bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê bi beşdarbûna hemû komîteyên girêdayî wê li parka Arî ya taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo 50 darên lîmon, sêv, zeytûn û gelek cureyên darên din çandin.
Rojbûna Rêber Apo afirandina jiyana nû ye
Berdevka Qada Civakî Gulistan Elî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: “Her sal bi boneya rojbûna Rêber Apo em wekî jin daran li hemû deveran diçînin, em rojbûna Rêber Apo bi vî rengî didin nasîn û pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd weke pêşeroj û jiyana nû hat destpêkirin û afrandin loma jî her tim xweşkirin û nûkirina jiyanê armanca me ye. Rêber Apo her tim girîngî daye ekelojiyê, ji ber wê em jî her sal di rojbûna Rêber Apo de darên cur bi cur li hemû deverî diçînin. Îro jî em wek Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê û komîteyên girêdayî wê li hev kom bûne û me 50 darên fêkî û hin zebzeyan çandin. Bi hêviya Rêber Apo azad bibe û di nav gelê xwe de rojbûna wî bê pîrozkirin.”
Şehba
Gulistana Rûken Zerdeşt hat vekirin
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, Şaredariya gel a navçeya Fafînê ya Şehba – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gulistana bi navê Rûken Zerdeşt hat vekirin. Gulistana Rûken Zerdeşt nêzî 14 rojan hat amadekirin. Welatiyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevli vekirina gulistanê bûn. Rûken Zerdeşt li dijî dagirkeriyê şer kiriye û di 17'ê Adara 2021'ê de li Efrînê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye.
Vekirin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sureye Hebeş rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. Em ê bi ruhê rojbûna Rêber Apo vê rojê bixin roja têkçûna faşîst û dagirkeran. Çiqas êrîş li ser me hebe jî tu caran roja me tarî nabe. Rêber Apo roja gelên bindest ronî kir û ji bo azadiya hemû gelan heta vê kêliyê berxwdaneke mezin dimeşîne. Ji bo em azadiya Rêber Apo ya fizîkî migoger bikin divê em asta têkoşînê mezintir bikin."
Gulistana Rûken Zerdeşt ji aliyê dayika wê, Hesna Cimo ve hat vekirin. Paşê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar û gulên reng bi reng di gulistanê de hatin çandin.
Heleb
Li Helebê bi boneya rojbûna Ocalan jinan dar çandin
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kongreya Star a bajarê Helebê bi hevkariya Şeraderiya Gel a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê 25 darên fêkiyan li hola Şehîd Ebû Şiya ya li taxa Şêx Meqsûd çandin. Bi dehan endam û rêveberên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Jinan bi çandina daran re strarên gelerî gotin her wih dirûşmên pîrozbahiya vê rojê berz kirin.
Piştî çandina daran jinan govenda kêfxweşiyê gerandin.
Hesekê
Li kampa Serêkaniyê 2600 dar hatin çandin
Bi boneya Roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Navenda Ekolojî ya girêdayî Komîteya Şaredariya Gel li Kantona Hesekê bi tensîq bi Kongreya Star re li kampa Serêkaniyê 2600 dar çandin. Şêniyên Serêkaniyê li ber konê penaberiyê darên vejîna têkoşînê çandin.
Endama Rêvberiya Beşa Jinan a Şaredarî û Ekolojî li Kantona Hesekê Nûra Xelîl 4’ê Nîsanê li tevahî koçberên Kampa Serêkaniyê pîroz kir û ev tişt got: “Rêber Apo banga parastina çandek ekolojî dûrî xeteriya pêşketina teknîkê kir û her di perspektîfên xwe de girîngî dide xwezayê. Em ê ji bo avakirina welatekî xweşik û bi tendurist di nava liv û tevgerê de bin. Em rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin.”
Piştî çandina daran jinan bi dirûşma “Bijî serok Apo” bi dawî kirin.
Kobanê
Şêniyên Kobanê ji bo 4`ê Nîsanê 200 dar çandin
Bi pêşengiya Komîteya Aborî ya Rêxistina Kongreya Star û bi boneya 4`ê Nîsanê li baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li gundê Siftekê bi 15 kîlometreyan li Rojavayê Kobanê dikeve 200 dar hatin çandin.
Destpêkê gel li qada Jina Azad kom bûn û bi karwanekî maşîneyan li nava kolanên sereke geriyan û berê xwe dan baxçe. Kerwanê Gel li gundê Siftekê rawestiyan û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" dar çandin.
Berdevka Kongreya Star a Kobanê Mizgîn Xelîl 4’ê Nîsanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Me ji bo rojbûna Rêber Apo gelek çalakî li dar xistin. Di rêzeçalakiyên me yên îro de jî bi pêşengiya Komîteya Aborî li baxçeyê serokatî me dar çandin. Rêber Apo ji xwezayê û parastina ekolojiyê hez dike, ji ber vê me îro 200 dar çandin. Em rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin û dibêjin wê rawestan tune be heta em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."