Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî komployê li ser piyane

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê her der vegerandine qada çalakiyan.

Qamişlo-Şehba-Hesekê – Bi boneya pirotestokirina komploya navnetewiya ya 9’ê Cotmeha 1998’an  dewleta Tirk bi hevkariya hêzên hegomon li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan despêkirin û heta niha jî bi şêweyên cuda dewam dike Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû bajar, navçe û bajarokan daketin qadan û bi çalakiyên cihêreng helwesta xwe nîşandan.  
Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe meşiya
Şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe li gel saziyên Civaka Sivîl, Kongreya Star, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Endamêm Rêveberiya xweser meşiyan. Meşvana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, alên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hildan. Meş ji kolana Mûnîr Hebîb despêkir û li ber dergehê navenda Netewên Yekbûyî(NU) veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axaftin kir. Meş bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû. 
Li Til Temirê peyîmana berxwedan û xweragiriya li hemberî êrîşan hat dayîn
Şêniyên navçeya Til Temir a Hesekê bi kurd, ereb û aşûriyên xwe meşeke girseyî lidar xistin. Meş di bin diruşmeya "Bi rihê berxwedana Îmralî, em ê komploya 9'ê Cotmehê û xeta îxanetê têk bibin" ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, li çarxereya biratiya gelan derbas bûn û li dawiya kolana Ş.Nûjîn Cûdî rawestiya. Di meşê de şênî û partiyên siyasî yên Kurd û Aşûrî beşdar bûn û siloganên ku dagirkeriyê şermezar dikin û berxwedana şervanan misoger dikin, berz kirin.
“Divê Komîteyeke Navdewletî taybetî ji bo rewşa jinan biçe Serêkaniyê”
Nesrîn Xedîce yek ji jinên ku beşdarî meşê bûye helwesta xwe ya li hember dagirkeriyê wiha anî ziman: "Em dagirkeriya dewleta Tirk a  li ser axa xwe ya Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin. Di vê dagirkeriyê de ne tenê Tirk û çete hene, destê gelek dewletên dinê jî têde heye. Rûsiya û Emerîka jî çavê xwe ji binpêkirinên Tirkiyê yên li ser Serêkaniyê re digrin. Ev bêdengî jî hêzê dide dagirkeriyê ku di asteke hîn bêtir de guhertina demografiyê pêk bîne û binpêkirinan li ser gelê herêmê dewam bike. Welatên ku digotin em mafê jin û zarokan diparêzin, di Serêkaniyê de tenê gotinên wan hebûn, derveyî wê tu gavên berbiçav tune bû. Divê di binê masê de êdî polîtîkayên qirkirinê li hember jinan neyên pilankirin. Li Serêkaniyê mafê jinan tê binpêkirin, tecawzî, qetilkirin û rojane bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Daxwaza me di salvegera duyemîn a dagirkeriyê de vegera Serêkaniyê ye. Em dixwazin komîteyeke navnetewî biçe Serêkaniyê û binpêkirinên Tirkiyê ên ser jinan bi belge bikin, da ku jin ji vê dagirkeriyê rizgar bibin û rastiyê dagirkeriyê were xuya kirin."
“Bi êrîşan avakarên Netewa Demokratîk hedef digrin”
Semer Xelîl jî got ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû netewên ku di projeya Netewa Demokratîk de hevkarên wê hedef digre û wiha dirêjî da gotina xwe: "Îro da ku em dagirkirina Serêkaniyê û komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve sala xwe ya 23'yemîn dewam dike, şermezar bikin li vêderê ne. Xwestin bi rêya komployê projeya Netewa Demokratîk têk bibin, lê ev yek pêk nehat û berovajî wê hate kirin. Rojek jî ma be em ê vegerin Serêkaniyê azad bikin. Êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya tirk ve pêk tên, ne netewekî hedef digrin, berovajî wê hemû netewên ku di avakirina netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser de hevkar in hedef digre. Helwesta gelê me li hember dagirkeriyê jî diyar e, serkeftin wê ya gelê me be."
“Tevgera azadiyê veguherî tevgerek gerdunî” 
Piştî ku meş li dawiya Kolana Ş.Nûjîn Cûdî rawestiya Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo axivî û wiha got: "Ji ber ku Rojhilata Navîn bi dewlemndiya netewên xwe tê nasîn, her netewek wê jî dîroka wê ya berxwedaniyê heye. Gelê Kurd jî gelekî kevnar e li ser axa Mezopotamiya yê ku bi raperîn, serhildan û şoreşên xwe yên di nava dîrokê de lidar xistine dewlemend in. Ji ber ku em gelekî berxwedêr in, her dem serok, fermandar û rêberên me bi tunekirinê re rû bi rû mane. Di demekê de ku hêzên hegemonîk di cîhanê de li Rojhilata Navîn amadekariya projeyekê gorî berjenwendiyên xwe, dikirin di wê demê de tevgera azadiyê bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin. Tevgera azadiyê ji bo edalet, azadiya jin û wekheviyê bû bingeh, hêzên hegemon ev tevger wekî metistiyekê ji xwe re dîtin, ji lewra serokê wê ango Rêber Ocalan dîlgirtin. Tevgera azadiyê ji tevgereke Kurdistanî veguherî tevgereke cîhanî, ku di encama wê de gelek kesên enternasyonal berê xwe dan nava şoreşê û di oxira wê de jî şehîd bûn."
Evîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên ku îro li dijî herêmên parastina medya yê tên kirin, heman armancê komployê ye û berxwedana gerîlayan jî berdewama berxwedana Îmraliyê ye. Êrîşên ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk kirin, projeya Rêveberiya Xweser tê aramnc kirin. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî êrîşên leşkerî û siyasî li dijî me hatin pilankirin, didome. Li cihê ku bihna azadiyê û wekheviyê jê difûriya, li cihê ku hemû gel bi ol, ziman û netewê wê jiyan dikir, ew hatiye binpêkirin û dagirkirin lê cîhan jî ji vê yekê re bêdeng e.
Îradeya jin ya ku li wir ku sîstemeke hevserokatî hatibû avakirin û ji tevahî jinên cîhanê re dibû bingeh, niha jin li wir rastî tecawîzê tê. Bi vîna jina azad bi keda gulîmor, kezîsor û çavreşên wî welatî wê ev proje biserbikeve. Bi wê vîn û hêrsê wê dengê kenê Hevrînan li Serêkaniyê bilind bibe, wê dîsa dengê tifinga Rênas, Sosin û Zîlanan li wan herêmên hatine dagirkirin zindî û nûjen bibe. Çawa wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li paytexta DAIŞ'ê li Reqqayê hate hildan wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dîsa were rakirin û ev yek jî wê nîşana serkeftina dîrokî be."   
Meş bi diruşmeya"Şehîd namrin" bi dawî bû.
Jinên Şehbayê bi cilên li  ser nivîsa "Bê Serok jiyan nabe" heyî meşiyan
Penbarên Efrînê yên li kampên Şehbayê û welatiyên Şehbayê jî meşiyan. Welatiyên navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şaxê zeytunan nivîsîn û xistin pêşiya xwe, pankertên bi nivîsa"Bi tolhildana jinan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" û "Dem dema azadiyê ye" hildan. Jinên beşdarî meşê bûn cilên sipî bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadî ji bo Rêber Apo" li ber xwe kirin. Meş ji ser rêya gundê Til Qirah despêkir heya wargeha Serdemê berdewam kir. Li nava wargehê meşa vegeriya mitîngê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir.
"Em ê planên hêzên komploger vala derxînin"
Endama Koordinisyona Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen komplo û hêzên komploger şeremzar kir û ev tişt bi lêvkir: "Îro 9'ê cotmehê ye roja derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê ye û destpêkirina komploya navnetewî ye. Dewletên navnetewî projeya Netewa Demokratîk ku rêya çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê û bi taybet pirsgirêkên Rojhialta Navîne ji xwe re kirin hedef û ev komplo di şexsê Rêber Apo de dan despêkirin. Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakê xwedî felsefe û raman bû. Em jî weke jinên ku bi kaniya ramanên azadiya Rêber Apo xwe rêxistin kirî, em ê xwedî li vê felesfeyê derkevin û planên hêzên komploger vala derxînin. Komplo bi pêkanîna komkujiya Parîsê û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê didome." 
Meş bi diruşmeyên"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.