Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşan rabûn ser piyan
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi xwepêşandanek şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan dan.
Qamişlo – Duh cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi top û çekên giran êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Li dijî van êrîşan şêniyên bajarê Qamişloyê û koçberên Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanek piştgiriya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.
Xwepêşandan bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrîn Şehbayê, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn helwestên xwe anîn ziman.
‘Em piştgiriya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin’
Şêrîn Hesen êrîşên li ser herdu taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kir û got: “Em weke koçberên Efrîn li Qamişloyê dijîn, em van êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Gelê me yê Efrînê ku li wan taxan dijîn tenê daxwaza vegera Efrînê dikin lê HTŞ tifaqa 10’ê Adarê ku ji bo vegera hemû koçber koçberan hatibû kirin bi cih nayne. Em dibînin ku HTŞ şer li seranserê Sûriyeyê berdewam dike û van şeran ranawestîne, her dem erîşan jî li ser taxên Kurdan ên li Helebê pêk tîne. Em jî li vê derê helwesta xwe diyar dikin, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û em ê her dem berxwedanê raber bikin û bwerxwedaniya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav dikin, piştgiriya wan bikin heta dawî.”
‘Siyaseta HTŞ’ê siyaseta DAIŞ’ê bi xwe ye’
Îlham Mihemed ji diyar kir ku armanca HTŞ’ê tunekirina pergala neteweya demokratîk e û wiha got: “Êrîşên ku li Helebê diqewimin ne cara yekem e. Êrîşê Efrînê kirin, dûre Şehba û niha careke din berê xwe didin herdu taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Beriya niha careke din êrîşên wiha li ser herdu taxan pêk anîn siyaseta HTŞ’ê siyaseta DAIŞ’ê bi xwe ye. Me dît ku HTŞ’ê li ser gelek bajarên Kurdan komkujî û êrîş pêk anîn û niha li ser taxên Kurdan, armanca wan tunekirina pergala neteweya demokratîk e ku gel xwe bi xwe rêve dibe. Em dibînin ku sîstema HTŞ’ê sîstemeke navendî ye her kesê di nava xwe de qebûl nake û tu guhertin di Sûriyeyê de çênekiriye. Ji ber ku gelê Helebê daxwaza vegera bi ewle dike ku koçber vegerin bajarên xwe van êrîşan li ser wan pêk tînin. Em ji piştgiriya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin û berxwedan û têkoşîna wan silav dikin, em ê her dem li ser piyan bin têkoşîn û berxwedanê raber bikin heta mercên vegerek bi ewle çêbibin.”
Xwepêşandan bi dirûşma “bijî berxwedan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.