Şêniyên Şehbayê: Wê tola Gulistan û Hêro bê hildan

Şêniyên Şehbayê bi pêşengiya tevgerên jinan li dijî qetilkirina rojnamgerên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn meşiyan. Di meşê de peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Şehba – Tevgerên jin ên Efrîn-Şehbayê li dijî xiyaneta PDK'ê ya li dijî gelê Kurd û ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê qetilkirina her du rojnamegerên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn meşekî girseyî li dar xistin.

Bi sedan koçberên Efrîn û şêniyên Şehba beşdarî meşê bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên jin, her wiha pankertên bi nivîsên "Hedefgirtina jinên rojnemevan tirsa dijmin îfade dike" û "Na ji îxanetê re, na ji terora dewleta tirk re" hildan.

Meş ji destpêka navçeya Ehdas a Şehabyê destpê kir û heya Parka 4'ê Avrêlê yê navçeyê bi berzkirina dirûşmeyan berdewam kir. Paşê daxuyanî hat dayîn.

‘Em ê li qadan bin’

Li ser navê tevgerên jinên Efrîn-Şehba Zelox Bekir di meşê de axivî. Zelox Bekir balkişand ser hedefgirtina her du rojnamegerên çapemeniya azad û wiha got: "Em di kesayeta pakrewan Gulistan û Hêro de hemû pakrewanên azadiyê bibîr tînin. Hedefgirtina jinên pêşeng û yên ku dengê rastiyê radighînin tirs û lawazbûna dijmin nîşan dide. PDK'ê bi hevkariya xwe bi dewleta tirk a dagirker re îxanetê li gelê Kurd dike û divê bi lez li xwe vegere ku dev ji vê îxanetê berde. Bi hedefgirtina jinên pêşeng wê nikarin şoreşa jinê tune bikin. Ji ber ev şoreş buye şoreşek cîhanî û hemû jinên cihanê di bin silogana 'Jin Jiyan Azadî' tev digerin. Em ê li dijî hedefgirtina jinan her li kolan û qadan bin em ê serî li hember qirkirinê netewînin. Em ê tola Gulista û Hêro bi têkoşîna xwe hildin."

Meş bi dirûşma "Bimire îxanet","Jin Jiyan Azadî" dawî bû.