Şengaliyan doza azadiya jin û zarokên di destê DAIŞ’ê de kirin

Welatiyên Şengalê ji bo jin û zarokên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bên rizgarkirin li Sinunê kombûn û wêneyê wan rakirin.

Şengal - Di 3 yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û komkujiyên mezin pêkanîn. Yên qetilkirin di gorên komî de bi komî veşartin, ên dinê jî dîl girtin û birin. Li gorî daneyên hatine girtin 4 hezar û 17 kes ji aliyê DAİŞ’ê ve hatin revandin. Piştî azadkirina Şengalê ji destê çeteyan hemleyên azadkirina welatiyên ji aliyê çeteyan ve hatîn revandin tayîbetî jî jinên hatine revandin hatin despêkirin. Di oprasonên rizgarkirinê de heta niha 3 hezar û 300 kes ji aliyê QSD, YPJ û YPG’ê ve hatine rizgar kirin. Hîna 11 hezar û 17 kes di destê çeteyên DAİŞ’ê de êsîrin.
Bi vê bûneyê gelê Şengalê ji bo rizgar kirina jin û zarokên hîna di destê DAIŞ’ê de êsîrin kombûn û wêneyên jin û zarokên di destê çeteyan de hildan. Welat li pêşiya dadgeha Sînûnê ya girêdayî Şengalê bi pêşenktiya ciwanên Êzidî yên Şengalê civiyan û daxwaza dîlên xwe kirin. Çalekvanan dan diyar kirin ku li cihê her kes ji bo êsîrên di destê DAIŞ’ê de bi kevin tevgerê û wan rizgar bikin tenê listik li ser didin meşandin.
Ciwan bi navê Samya Qaskim di derbarê mijarê de got: “Ev 7 sale li ser fermanê re derbaz dibe lê hîna ji bo jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de tiştek nehatiye kirin. Li cihê wê hukumeta Iraqê malbatên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên xwe bi pêşwaziyeke gerim tînin ser erdê xwe û ev yek tev bê dadgeh tên kirin. Em vê yekê na pejirînin ew mirovin yên ferman li me rakirî hukumeta Iraqê difiker gel bêdeng bimîne ma tiştek wiha dibe? Em weke gelê li ser vê axê dijîn mafê xwe dixwazin, em dixazin tiştek ji bo me bê kirin û berxwedana me were erê kirin û mafê me bê dayîn.”
Ciwana bi navê Nazdar a ji Xanesorê jî got: “Me divê keçên me yên êsîr bêne rizgar kirin û ji bo wan tiştek were kirin. Tiştên me jiyayî kesekê ne jiyaye. Em di axa Iraqê de ne divê Iraq ne di gotin de divê bi kirin jî ji bo vî gelî tiştekê bike.”