Şengalî li ser rêya Çilbikan a diçe Sinûnê di çalakiyê de ne
Welatiyên Şengalê li hember ehtîmala êrîşên hêzên çekdarên PDK’ê berê xwe dan aliyê ketina Sinûnê û li ser rêya Çilbikan barikat danîne. Jinên Êzidiyên di çalakiyê de cihê xwe girtin diyar kirin ku PDK’ê berê Şengal firotiye dê bi çî ruyî bên bikevin Şengalê.
Welatiyên Şengalê li hember ehtîmala êrîşên hêzên çekdarên PDK’ê berê xwe dan aliyê ketina Sinûnê û li ser rêya Çilbikan barikat danîne. Jinên Êzidiyên di çalakiyê de cihê xwe girtin diyar kirin ku PDK’ê berê Şengal firotiye dê bi çî ruyî bên bikevin Şengalê.
Şengal- Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kir ku di demên dawî de hin agahî ketine ber destê wan ku wê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide bikeve Şengalê. Rêveberiya Xweser vê hewldanê wekî provokasyoneke binav kir û duh êvarî girêdayî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku hemû sazî wê di navê de amadebûn de peyama berxwedanê li pêş bû.
Di van kêliyan de jî bi heman armancê welatiyên Şengalê li hev kom bûn û berê xwe dan aliyê ketina Sinûnê li ser rê di çalakiyê dene. Welatiyên li ser rêya Çilbikan ku tê payîn hêzên çekdarên PDK’ê ji wê de êrîşî Sinûnê bikin barikat danîne. Jinên pêşengiyê ji çalakiyê re dikin diyar kirin û ewê rê nedin PDK wê rêyê derbasbike û bikeve Sinûnê.
“Em ciwanên Êzidî rê nadin PDK bikeve Şengalê”
Jina ciwan Zahîde Silêman a di çalakiyê de cihê xwe girtiye dibêje: “Heta yek ji me ciwanên Êzidî hebin emê nehêlin ew bikevin Şengalê. Em niha li vêderê li benda wan sekinîne, bila bên em ji wan natirsin.”
“Wan berê Şengal firotiye, dê bi çî ruyî bikevin Şengalê”
Ji dayikên di çalakiyê de cihê xwe girtine Rihan Xidir jî bilêv kir ku bi wan dayikan mabe dê nehêlin hênên PDK’ê bikevin Şengalê û wiha domand: “Ew dê bi kîjan ruyî bên bikevin Şengalê. Wan Şengal berê firotiye, dê çawan bên. Mafê wan nîne bikevin ser axa Şengalê. Bi me jinan mabe emê nehêlin ew bikevin Şengalê.”