Şengalî li dijî peymanên li dijî gelê Kurd meşiyan

Li dijî serdana Serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayîp Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên dijî gelê Kurd û gelên li Iraqê dijîn, li Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Şengal – Li dijî serdana Serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayîp Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên dijî gelê Kurd û gelên li Iraqê dijîn, li Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin. Meşa bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya gelê Ereb û Êzidî, her wiha Erebên derveyî sînorê Şengalê Xirapreşkê û Beacê hat lidar xistin.

Meş li ber avahiya Desteya Rêveber a Şengalê destpê kir heya avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir. Meş bi rakirina wêneyên şehîdan û posterek ku hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re dewam kir.

Girseya gel a li nêzî Avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê sekinîn, daxuyaniyeke çapemeniyê bi zimanê Erebî dan. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê Qasim Xwedêda ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de serdana Erdogan, pîlanên dagirkirina Iraqê û hevkariya Barzaniyan hate şermezarkirin û hişyariyên girîng ji bo hikûmeta Sûdanî hate dayîn.

‘Beriya DAIŞ were PDK’ê çekên di destê gel de ji wan girt’

Di daxuyaniyê de bal li ser fermana 74’an a 3’yê Tebaxê hat kişandin û wiha hat gotin: “Tevî ku gelê Êzidî, li ser esasê rêz girtin û aramiyê bi hemû gel û baweriyan re jiyankiriye jî, desthilatdarên nijadperest û olperest Êzidiyan di 74 fermanan re derbas kir. Fermana dawiyê jî 3’yê Tebaxê bi destê DAIŞ’ê pêkhat. Lê beriya DAIŞ were, PDK bi komployekî hemû çeken destê gel de ji wan sitandin û di dema êrişan de xwe ji nişkave paşve kişand. Warê Êzîdxanê bê parastin teslîmê DAIŞ’ê hate kirin.  Dema ev rû didan hêzên Iraqê jî li holê nebûn.  Di encam de bi hezaran kes dîl ketin dest, hatin kuştin û koçberbûn. Dema gelê me di qirkirinê re derbas dibû şervanên YPG-YPJ û gerîlayên HPG û YJA-Starê bi hawarê Êzidxanê ve hatin. DAIŞ fermanê kiribe jî, me bi demê re fêmkir ku mejiyê fermanê dewleta Tirk û PDK ye. Dewleta Tirk û PDK ji bo pîlanên xwe yên qirêj serbixe, DAIŞ’ê weke amûrekî bikaranîn. Dema ev plana bi destê DAIŞ jî sernegirt, vê carê dewleta Tirk xwest bi destê PDK’ê pêkbîne.”

‘Li dijî Şengalê fermanekê nû ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Erdoganê ku xwe wek padîşahê dawî yê Osmaniya dibîne, çavberdaye erdnîgariya Rojhilata Navîn. Sînorê Mîsaqî Millî ya xwe dibîne. Lewma ji xwere maf dibîne, di nava Iraqê de her tiştî bike. Ji ber vêya bi çavsorî êrîşê Herêma Kurdistanê, Qadên Parastinê yên Medya yê, Kerkuk, Mûsil û Şengalê dike. Bê hejmar gelên Êzidî, Sûryanî, Ereb, Kurd bûne qurbaniyên van êrîşên dewleta Tirk. Erdoganê ku destê wî di xwîna gelan de ye, dixwaze komkujiyên xwe zêde bike û dagirkeriya xwe ya nava Iraqê de berfireh bike. Ji bo vê armanca xwe serdana Bexda yê kir. Qebûlkirina Erdogan tê wateya qebûlkirina komkujiyan. Li hevkirina bi Erdogan re erêkirina dagirkirina Îraqê ye. Dîsa ji bo Şengalê rê vekirina ji fermanên nû re ye.

Li ser vê esasê em wek gelên Şengalê dixwazin Hikumeta Iraqê planên serkêşê faşîstan Erdogan û xizmetkarê wê PDK’ê red bike û bibe dengê gelên Iraqê. Her wiha îradeya hevpar ya gelên Şengalê nas bike û guh bide vî dengî. Cihê çareseriyê ne Erdogan e. Baweriya me bi netewa demokratîk heye. Em bawer dikin ku wê hikûmeta bi pêşengiya Birêz Sûdanî vê yekê bibîne û li gorî wê tevbigere.”

‘Divê em berxwedaniyê bikin’

Endama komîteya diplomasiya TAJÊ Zozan Simo ya ji ajansa me re axivî û da zanîn ku armanca dewletan zelale, lê helwesta gel jî berxwedan û tekoşîne û wiha got: “Em weke civaka Êzidî mecbûrin ku em serî rakin. Erdogan ji êrîşên xwe yên li ser şingalê têrnebûye. Armanca wan ewe ku Êzidî û kurdan tune bikin. însanê bi şeref û xîret be wê hatina erdogan qebûl nekin. Ji Bexdad ta Başûrê Kurdistanê û Şingalê insanên xwedî şeref û namûs serî rakirine û vê serdana erdogan şermezar dikin. em hatina Erdogan û xalên ku Îmze kirine qebûl nakin û şermezar dikin. weke civaka Êzidî em hemû lihevkirinên wan şermezar dikin.”

‘Em li pişta ragihandina azad in’

Zozan Simo bal kişand ser êrîşên ku li ser ragihandina azad çêbûne û da zanîn ku ew piştevaniya ragihandinê dikin û wiha got: “Jiber ku ragihandin dengê heqîqetê ye. hemû êşên civakê û rastiya civakê bi cîhanê didin naskirin, tunekirina wê di hedefa dagirkeran de ye. em bi ragihandina xwe re ne, em hêzin ji ragihandina azad re. Tu kes nikare kesên ku êşa me ji her kesî re dan naskirin tune bikin. ji bo wê jî em dibêjin çi jî bibe emê hêzê bidin ragihandina xwe û hêz jî jê bigrin. Ragihandinê karê pêşketin û zanebûnê ye û cihê tirsa dijminane.”

Endama Meclisa Jin Nazdar Şingalî jî wiha got: “Em hikumeta Îraqê Şermezar dikin beriya her tiştî. Ev êrîş û hevdîtin me hêrs dike. Yê ku civaka me  qetil kir û em qirkirin û di fermanan re derbas kirin Erdogan bû, dewleta Tirk a faşîst bû. erdogan sedem bû ku keç û jinên Êzidî bibin êsîr di destê çeteyan de. Bila hikumeta Îraq baş bizanibe ku me goristanekî Şehîdan li ba Şebilqasim çêkiriye û em ewqas şehîdên din jî bidin em ê dest daneynin.”