Şengalî li dijî komployê meşiyan: Kesek nikare roja me tarî bike

Li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Şengalê meşeke girseyî lidarxist.

Şengal – Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û ket 26’emîn sala xwe, meşekî girseyî lidarxistin.

Meşa ji 5 km’yan pêkdihat ji seytereya Şehîd Genco heya Bexçeyê Rêber Apo ya Geliyê Hersê berdewam kir, gel bi lafiteyên “Kesek nikare roja me tarî bike”, “Bê Serok jiyan nabe” hildan.

Di dawiya meşê de li Baxçeyê Rêber Apo yê Geliyê Kersê daxuyanî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û pêkhateyên Ereb ve hate dayîn. Di daxuyaniyan de komploya navnetewî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin û hate gotin ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.

‘Heya dawî emê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piya bin’

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Endama Saziya Malbatên Şehîdan Niam Îlyas di despêka gotinên xwe de roja 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Ji bo me jî ev roj rojeke reş e. Tevahî dewletên navnetewî piştgirî dan komployê û Rêbertî radestî dewleta dagirker ya Tirkiye kirin. Desthiladar naxwazin azadî aramî hebe ji bo wê Rebertî girtin. Em jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Em weke jinên Şengalê wê heya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan bin.”

‘Rêber Apo bi vîna xwe komplo têk bir’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo jî li ser nave Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axivî û wiha got: “Komploya li ser Rêber Apo kompiloyeke nemerdane bu kompiloyeke li dijî tevahî civakên azadî xwaze bun. Ji kompiloye tevahî hêzên navneteweyî berpirsyarin. Ev kompilo ji darvekirina Şêxseyîd ne cudaye bi vê kompiloyê xwestin ku civaka Kurd serî raneke lê dujmin vê carê ne karîn vê kompiloyê bidin meşandin ji ber serok Apo di girtigehê de bi vîna xwe ew têk birin.”

‘Divê ji bo azadiya fîzîkÎ ya Rêber Apo her kes rabe’

Berfê Îlyas a beşdarî meşê bûbû wiha got: “Ez berî her tiştî silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim ez berxwedana Rêber APO Silav dikim û dibêjim azadiya Rêber Apo Azadiya me tevan e. Em bê Rêber Apo nikarin jiyan bikin em bi ramanên wî dikarin jiyan bikin azadiya wî beriya tevahî minêkên mene.”

Endama Kordinasyona TAJÊ Ehram Simayîl jî bi van gotinan komplo nirxand: “Weke civaka Êzidî em hemû dewletên desthilatdar şermezar dikin em dengê xwe digehînin tevahî mirovahiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo dive rabin ser lingan û diwarên imraliyê hilweşînin ji ber azadiya Rêber Apo azadiya me tevane weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ci erkê bikeve li ser milê me emê ji bo azadiya Rêber Apo bikin.”