Şengalî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dûa kirin

Şengalî, di salvegera 10’yemîn a Fermanê de li qadên ku pîroz dibînin kom bûne, kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin bibîr anîn û di saet 10:00’an de jiyan rawesta û ji bo kesên îxanet kirine werin cezakirin dûa kirin.

Şengal – Bi boneya 10’yemîn salvegera fermana 74’an gel serdana cihên ku di komkujiya de bûne sembol dikin. Serî Suka jî yek ji van qadane. Îro li vê derê di saet 10:00’an de jiyan rawesta. 

Serî Sûka ku xwedî dîrokek bi kok û girngiya çandê ye, di dema êrişên DAIŞ de gelek ziyan dît. Serî Sûka, weke sembola têkoşîn û şervanan hê zêdetir xwedî lê tê derketin. Êzidî her sal di 3’ê Tebaxê de serdana Serî Sûka dikin û findan pê dixin. 

Îsal jî xala kombûna civaka Êzidî Serî Sûka bû. Li her cihên Şengalê, bi pêşengtiya malbatên kesên ku di fermanê de hatin qetilirin û aktivîstên Êzidî û dayîkên Êzidî de, serdana van cihên dîrokî dikin. Di merasîma bîranînê de, wêne hatin pêşandin, dûa hatin kirin. 

Dûa hatin kirin, stran hatin gotin û find hatin pêxistin

Ji roja 26’ê tîrmehê heta niha malbatên kesên di fermanê de hatin qetilkirin û aktivîstên Êzidî, li herêmên berê yên Şengalê kom dibûn av û şerbet li gel belav kirin, derbarê fermanê de stran gotin û find pêxistin.

Îsal di çarçoveya çalakiyan de, wêneyên jinên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin revandin hatin pêşandin, dema roj çû ava li ber wêneyên kesên hatin qetilkirin kom bûn û find pêxistin.

Dayîkên Êzidî, destê xwe ber bi ezmanan ve vekirin û ev dûa kirin: “Xûda, ên ku dilê me perçe kirî, dilê wan jî parçe bike. Ên ku îxanet li me kirî bi agirê xwe ceza bike.”