Şengalî ji bo ji rewşa Ocalan hayîdar bibin meşiyan
Li Şengalê girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî meşek girseyî hat lidarxistin.
Şengal – Welatiyên Şengalê jî ji ber îdiayên girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza hevdîtinê kirin. Welatîyên navçeya Dinûnê ya Şengalê bi meşekê bertekên xwe yên li hemberî rewşê anîn ziman. Meş ji Meclisa gel a Sinûnê dest pê kir heya çerxerêya navenda Sinûnê berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hildan, bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bimre dagirkerî” hatin qêrîn. Li gel çerxerêya Navenda Sînûnê daxuyaniyek ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ve hat xwendin.
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: “Em Tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em wek gelê Êzidî Rêber APO weke xelasiya xwe dibînin, bi taybetî em jinên Êzidî ji bo Rêber Apo amade ne ku her fedakariyê bikin ji ber ku wî em ji zordestiyê rizgar kirine. Ji salvegera komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin heya niha ev penç meh derbas bû ku komplo vê carê bi rûyekî cuda ket meriyete. Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst bi siyaseta xwe ya qirej re di serî de li ser Şengalê û li her cihê ku gel berxwedanî dide meşandin jin, ciwan û gel dixe hedefa xwe û polîtîkayen tunekirinê dide meşandin. Bi taybetî di şexse Rêber Apo de dixwazin hebûna xwe li ser tunebûyîna me bidin ferzkirin û îro em dibînin ku her qad, her cih her welat bûye cihê şer.
Bi taybetî piştî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an ev rewş li Şengalê eşkere bû û dinya alamê dît ku fikrên Rêbertî kesayetên azad dide afirandin. Îro Şengal bi rengê jinan, têkoşîna wan û pêşengiya ciwanan tê naskirin. Ev jî bi xera Rêber Apo ye ku, pejirandina fikrên Rêbertî tê wateya civaka azad û wekhev.
Beramberî fikrên azad ên Rêber Apo yên ku di pergala dewletan de hilweşandin dide avakirin tirs û metirsiyekê pir mezin jî tê jiyîn. Bo vê hemû hewldanên dewleta Tirk a faşîst û dewletên navneteweyî me bê Rêbertî hiştin û xwe ferz kirine. Ji ber vê yekê agahî der heqê Rêbertî de nayê girtin û ne malbat, ne jî parazer nikarin bi Rêbertî re hevdîtîn bikin. Em vê baş dizanin ku azadiya jinan, azadiya ciwanan e û bi taybetî azadî û xweseriya civaka me ya Êzidî bi azadiya fizikî ya Rêber Apo ve giredayî ye. Bi taybetî di vê demê de bi îdiayen cur be cur li ser Rêbertiya me hinek îdia tên pêşxistin û vê ji bîr dikin ku Rêberê me xeta me ya sor e û lazim e bi lezgînî bi Rêbertî re hevdîtîn werin kirin. Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) em bang ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe.
Em bang li hemû jin û ciwanên Êzidî dikin ku yên em ji fermanan xilas kirin, yên ku ji tunebûyînê hebûn û îrade da avakirin Rêber Apo bû û em dibêjin dem dema xwedîderketin û azadiya Rêber Apo ye. Dem dema hilweşandina dîwarên îmraliyê û di pêşengiya jin û ciwanan de misogeriya xweseriya Şengalê ye.”
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Meyan Nasir jî der barê mijiarê de nirxandin kir û wiha got: “Em destxweşiya tevahî kesên ku îro ji bo Rêber APO rabûne ser piyan dikin. Ji bo Rêberekî wiha çi bê kirin kêm e divê em ji tevahî cîhanê re bidin diyarkirin ku em jiyana bê rêberê xwe qebûl nakin.”