‘Şengal a me ye warê şehîdên me ye’

Jinên Şengalê yên di merasîma oxirkirina Menal Mêrdînê de axivîn gotin ku ew ê rê nedin êriş û polîtîkayên ku li ser Şengalê tê meşandin, destnîşan kirin ku ew ê bi berxwedana xwe êrişan vala derbixin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Duh cenazeyê şehîd Menal Mêrdîn ku di 2’ê Çileya îsal de bi êrîşkekî li navçeya Tilizêr hat qetilkirin, hat definkirin. Dayikên ku di merasimê de amade bûn gotin, “Şengal wê tu car kesên xayîn di nava xwe de nehewîne, em ê tola şehîdan bi hesabxwestinê ji xayînan bipirsin.”

Merasima ji bo cenazeyê Menal Mêrdîn li şehîdgeha şehîd Dilgêş û şehîd Berxwedan hat lidarxistin. Di merasimê de dayika şehîd Merwan Bedel, Xoxê Cindî axivî û diyar kir ku Êzidî tu car xayînan di nav xwe de qebûl nakin û wê tu car rê nedin PDK’ê û MÎT’a Tirk ku li Şengalê xiyanetê bi pêş bixin.

‘Çawa me li hemberî fermanan li ber xwe da em ê li dijî xayînan jî li ber xwe bidin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Şemê Remo bal kişand ser polîtîkayên ku li ser Şengalê tê meşandin, got ku dê ev polîtîkayên êrişan dê bi sekna gel vala bê derxistin û wiha anî ziman: “Di serî de em sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin. Em dibêjin bila dilê wan rehet be, em tu car tola şehîd Menal li erdê nahêlin. Em soz didin çi dibe bila bibe em ê hemû êrîşên li ser pêşengên xwe vala derxin û bidin sekinadin. Civaka me ya Êzidî civakeke zane ye. Dizane çawa li hemberî êrîşan bisekine. Eger civaka me ewqas salan li hember hemû êrîşan li ber xwe dabe, wê li hember xayînan û xwefiroşan jî ku bi çend qiroş pere xwe difroşin bisekine.”

‘Cihê xayînan li Şengalê tune ye’

Şemê Remo diyar ku hêz û îradeya civaka Êzidî bi êrişan nayê şikandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em gazincan ji dijmin nakin ji ber ku dijminê me ye wê çi ji destê wê bê bike lê em gazincan ji kesên Êzidî ku bi çend quruşan xwe difroşin û êrîşekî wiha li ser hevalekî me weke heval Menal dikin. Bila ew kes bizane li bin çarde tebeqe erdê be jî em ê wî bibînin  û hesab ji bixwezin. Bi 74 fermanan bi balafiran jî nikarin îradeya civaka me bişkînin wê bi van rêbazên xwefiroş jî tu car nikaribin me bişkînin. Tu car wê nikaribin fikra azad lawaz bikin. Îro bi hezaran keç û xortên Êzidxanê  soza girtina heyfa heval Menal li ser gora wî dan.”

‘Em ê li dijî êrîşan hişyar bin’

Berfê Elyas jî ku tevli merasîmê bû bang li hemû civaka Êzidî kir ku li dijî êrişan bibin yek û got: “Em ne Êzidiyên berî fermanê ne ku çavên xwe li hember xiyanetkaran bigrin. Weke teqîna Sîba û Tilizêr em ê çavên xwe negirin. Niha bi saya fikrên Rêber Apo em şiyar bûne. Êdî em li ser şopa heval Menal û bi hezaran weke heval Menal de diçin. Em ê tola hemû hevalên ku bi xiyanetê şehîd bûne rakin. Cihê xayînan li çiyayên Şengalê nîn e. Ez hêvî ji civaka me dikim ku li hemberî xiyanetê bêdeng nebin. Zarokên xwe şîret bikin riya rast nîşanê wan bidin. Xiyanet ne li gorî baweriya me ya Êzidyatiyê ye. Şengal ne cihê xayînan e, cihê şehîdan e cihê Zerdeştan e, Merwanan e, Ezda û Menalan e.”