Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîranîn

Kongreya Star û Meclîsa Malbatê Şehîdan a Kantona Kobanê şehîdên meha Hezêranê û ya komkujiya Helincê bi bîranîn.

Kobanê- Di 23'ê Hezîrana 2020'an de dewleta tirk bi awayekî hov, balafirên bê mirov (SIHA) gundê Helincê bombebaran kir. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer û şehîdên meha Hezîranê Rêxistina Kongreya Star û Meclîsa Malbatê Şehîdan a kantona Kobanê bi pêxistina findan bi bîr anîn. Bi sedan jinên ji Kobanê, endam, malbatên her sê şehîdan, rêheval û şandeyek ji kantona Cizîr dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mustefa amade bûn. Di bîranînê de wêneyên her sê şehîdên komkujiya Helincê hatin hildan. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê dayika Hevrîn Xelef, Suad Mustefa û Endama Biroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Sara Xelîl axivîn. 
"Emê tola zarokên xwe hilînin"
Suad Mustefa balkişand ser kiryarên dewleta tirk li ser tevgerên jin û bi taybet qetilkirina jinên pêşeng û got: "Ez sersaxî ji hemû malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê re dixwazim, bê guman ev meh xwediyê dîroke, ji ber ku jinên têkoşer û yê zana li dijî faşîzma dewleta tirk bê deng neman û canê xwe feda kirin. Zarokên me ji bo azadî, mirovahî, edalet û wekheviyê têkoşîn kirin û divê îro em rêça wan bişopînin, zarokên me rehet serê xwe deynin û razên em li pişta wene, em ê doza we bi ser bixin. Em bala xwe pêdin çima êrîşên dewleta tirk li ser jinan bi taybet heye, ji ber ku Erdogan ji hêza jinan ditirse. Em ji Erdoganê faşîzîm re dibêjin tu nikarî tevgera jin pûç bikê, ji ber ku em li peyî şopa wan in em xewin û xeyalên wan pêk tînin. Felsefeya ku wan ji xwe bingeh girtiye em jî wê felsefeyê didomînin û em ê bidomînin. Dewletên navneteweyî destekê didin Erdoganê xwînxar, kujerê zarok û jinan. Divê ev dewletên ku destê wan di van komkujiyan û qetilkirina jinan de heye helwestên xwe diyar bikin an jî bibêjin em hevkarên hevin."
"Em şopdarên Zehra, Hebûn û Emîne ne"
Her wiha Sara Xelîl di şexsê her sê jinên pêşeng de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Tê zanîn ku ev komkujî bi destê dewleta tirk pêk hat, lê me dît ku çawa dewleta tirk kîn û nefreta xwe li hemberî van komkujiyan diyar kirin lê ew negihîştin armancên xwe. Komkujiya Kobanê û Helincê ku bi ser gelê me de hatin, ne tesaduf bû, bi awayekî pilankirî hatin kirin. Her du komkujî jî dibe sal cuda be, lê di heman rojê de pêk hat. Her dû jî bi destê dewleta tirk hatin pêkanîn, lê hîna jî dilê wî rehet nebûye. Beriya çend rojan jî mîta dewleta tirk li Îzmîrê xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz bi awayekî hov qetîl kir. Her çendî jin bê qetilkirin hêz û vîna me hîna xurtir dibe, kar û xebatên me berfireh dibin. Bila hevalên me rehet birazin ji ber ku em xeyalên wan pêk tînin. Em ê li dijî dewleta tirk û kujerên jinan serî netewînin, em ê her di nava çalakiyan de bin û xeta jina azad biparêzin."
Paşê rêhevalên hersê şehîdan gulîlk danîn ser goran, paşê jî find hatin pêxistin. Jinan bi dirûşmeyên "Zehra, Hebûn, Emîne namirin" , "Jin jiyan azadî" û "şehîd namirin" berz kirin.