Şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê li Kobanê hatin bibîranîn
Bi sedan ji şêniyên Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesên ku di komkujiya 25`ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de êrîşî gundê Berxbotan û navenda bajarê Kobanê kirin. Di encama komkujiyê de zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Îro bi wesîleya 6’emîn salvegera komkujiyê, şêniyên Kobanê berê xwe dan goristana şehîdên komkujiya Kobanê û gundê Berxbotanê û merasîma bîranînê li dar xistin. Li goristana komkujiyê ya li Kobanê malbatên şehîdan, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, saziyên civaka Sivîl, hêzên ewlekariya hundirîn, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi dehan ji şêniyên Kobanê amade bûn.
Merasîma Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê meclisa kantona Kobanê Mustefa Êto axivî. Mustefa diyar kir ku armanca çeteyên DAIŞ`ê tunekirina gelê Kobanê bû lê yên ku ji Kobanê ber bi Baxozê ve tune bûn, DAIŞ bû.
"Em li vir man, ew tune bûn"
Jina bi navê Salîhe Miso Ebdî ku kurê wê yê mezin û bavê zarokan Idrîz, di komkujiyê jiyana xwe ji dest da destnîşan kir ku ew ê tola zarokên xwe hilînin û got: "Me îro li ser gorên zarokên xwe find pêxistin. Kurê min bavê zarokan bû, hîna zarokên wî biçûk bûn çeteyên DAIŞ`ê ew qetil kirin. Ji ber ku çete di Kobanê de binketin, xwestin ku me tune bikin lê heya niha yên ku li vir man em in û yên tune bûn û li Kobanê neman ew in. Em bi saya bîranîna zarokên xwe, li ser lingan disekinin û tola wan hiltînin. Kesên di vê goristanê de êşa me hemûyan in lewre doza me yek e."