Şebnem Korur Fincancı: Jîngeh bi destê mirovan tên tunekirin

Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî bal kişand ser wê yekê ku li herêmên erdhejê xebatên avdanê nayên kirin û got, "Jîngeh bi destê mirovan tên xerakirin."

Navenda Nûçeyan- Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korur Fincanci ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal dîmenê cihên ku kavilên avahiyên hilweşiyayî yên ku li herêmên erdhejê tê rakirin parve kir û got:” Li tevahiya herêma erdhejê toza acizker, konjunctivît, nexweşiyên rêka nefesê ya jorîn û aftên dev zêde bûne û wiha got: “Di xebatên rakirina kavilan de avdanî tune, ji bo karkeran an ji bo gel maskeyên tîpa ffp2-ffp3 nine. Jîngeh  bi destê mirovan tên wêrankirin.”