Şaxa TMMOB’a Rihayê banga îstîfayê li rêveberan kir

TMMOB’a Rihayê ÎKK’ê diyar kir ku bajar ji aliyê şaredariyan ve radestî polîtîkayên îmar û rantê hatiye kirin û xwest rêveberên berpirsyarên lêhiya ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan îstîfa bikin.

Riha- Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB) Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Rihayê (ÎKK) têkildarî karesata lêhiyê ya roja borî dest pê kiribû li Odeya Endezyarên Înşaetê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên Lijneya Koordînasyona Parêzgeha TMMOB’ê (ÎKK) beşdarî civînê bûn.

Di civînê de sekreterê TMMOB’ê yê Riha ÎKK’ê Fîkret Çakir axivî û diyar kir ku sedema lêhiyê bajarvaniya bê plan û berovajî ye. Fîkret Çakir, anî ziman ku bi binesaziya nebes û şaredariyê bi meclisên wan bajaran radestî polîtîkayên îmar û rantê kirine û xwest rêveberên berpirsyar îstîfa bikin. Fîkret Çakir ev daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:

“* Dema ku plansaziyên herêman tên çêkirin divê nêrînên odeyên pîşeyî bên girtin û dema pêwîst be nûnerên odeyên pîşeyî jî di komîsyonên qadan de amade bin.

* Ji bo ziyanên lêhiyê yên li herêmên dîrokî û herêmên geştiyarî di demek zû de bên eşkerekirin û ji bo pêşî li karesatên nû bên girtin, tedbîrên pêwîst bên girtin.

* Divê destûr neyê dayîn ku zeviyên çandiniyê û rûbaran wekî qadên gelemperî û bazirganî/niştecih bên çêkirin.

* Ji bo bajarvaniya saxlem di çêkirina projeyên veguhestinê yên wek pir, xêzên şax, rêwiyan û riyên otobanê yên ku ji aliyê şaredariyan ve tên çêkirin de, bi odeyên pîşeyî re hevkarî bê avakirin.

* Pêwîst e bi ji nû ve hesabkirina rêjeya herikîna projeyên parastina lêhiyê yên ku di kaniyan de hatine çêkirin an jî tê plankirin ku bên çêkirin, sererastkirinên pêwîst bên kirin.

* Projeyên binesaziyê yên girîng ên jiyanî yên wekî avjenî, ava baranê û ava çopê pêdivî heye ku li gorî pîvana pêşbîniya nifûsa bajêr, rêgezên zanist û tenduristiyê bên nûkirin.

* Divê di demek zû de asta metirsiya/zirara li qadên çandinî û çikilandî bê lêkolînkirin û kanalên avdanê yên di zeviyên çandiniyê de bên vekolandin û ji nû ve li qadên kêm bên sererastkirin.

* Kargehên xurek û depoyên xwarinê yên ku li herêma bandora lêhiyê ne divê di demek zû de bê kontrolkirin.

* Divê rewşa mexdûrên erdhejê yên ku di kon û konteyniran de dijîn, di demek zû de bê diyarkirin û di warê zanistî û tenduristiyê de pêşketinên pêwîst bên kirin.

* Divê Plana Afatê ya Awarte bê amadekirin. Di bûyera felaketê de, li qatên bingehîn ên avahiyên ku li qiraxa çem in, li cihê ku xeterên lehiyê di avahiyan de çêbibin, li cihê ku ji nişka ve niştecih çêbibin, divê bi lezgînî li ser qatên van avahiyan lêkolînên jeolojîk bên kirin.

*Divê nexşeyên xetereyên avahiyên ku piştî erdhej û lehiyê hene, di demez nêz de werin amadekirin û ji ber ku avahiyên hatine diyarkirin zirareke mezin dîtine ji ber lehiyê bandoreke neyînî li wan kiriye divê di demek zû de xebatên hilweşandinê bên kirin.”