Şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan bi kadroyekî nû û destpêkek bihêz dest bi xebatên xwe kir
Li Parêzgeha Helebceyê, Şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan piştî navberekê, bi kadroyekî nû û bi amadebûna berpirsên bilind çalakiyên xwe da destpêkirin. Berpirsa Şaxê Bêrîvan Awat diyar kir ku armanca wan xizmetkirina jinan di warê hunerî û akademîk de ye.
Helebce – Li Parêzgeha Helebceyê îro şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan bi amadebûna Serpereşta Giştî ya Yekîtiya Jinan Lava Hîkmet û Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasîh, bi fermî dest bi kar û çalakiyên xwe kir. Ev şax piştî demek ji rawestandinê, niha bi kadroyekî nû dest bi xebatên xwe kiriye.
Derbarê vê mijarê de, Berpirsa Şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan, Bêrîvan Awat ji ajansa me re behsa xebatên Şaxa Şarezûrê kir.
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Îro yekemîn çalakiya me li sînorê Şaxa Şarezûrê dest pê dike. Ev çalakî taybet ji bo xizmetkirina di warê hunerî û akademîk de ye. Ev destpêkek nû û baş e; nîşaneya wê yekê ye ku em wek Yekîtiya Jinên Kurdistanê, dixwazin bi proje û çalakiyên cuda biçin nav jinan û ji bo xurtkirin û pêşxistina mafên wan bixebitin. Her wiha em di her warî de amade ne ku pêwîstiyên jinên Helebceyê pêk bînin û xizmeta wan bikin."
'Em hewl didin jinan ji bo rolên pêşengiyê di nava civakê de amade bikin'
Bêrîvan Awat li ser axaftina xwe zêde kir û wiha vegot: "Xizmetên me ji bo hemû jinan bê îstîsna ne û em ji bo serkeftina jinan û afirandina hevrêzî û hevkariyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û saziyên herêmî de dixebitin. Em hewl didin ku jinan ji bo rolên pêşengiyê di civakê de amade bikin û wan werbigirin û beşdariya wan a çalak û bi bandor di hemû sektoran de misoger bikin."
'Her jinek dikare bi raman û projeyên xwe tevlî xebatan bibe'
Di dawiya axaftina xwe de, Bêrîvan Awat peyamek ji jinên parêzgeha Helebce, Şarezûr û Hewramanê rê kir û wiha got: "Em dixwazin ji bo jinan deriyekî nû vekin. Deriyekî ku xizmeta hemû jinên herêmê bike. Her jinek ku ramanek an projeyek wê hebe, an jî bixwaze wekî endamek tevlî me bibe, em di xizmeta wê de ne û em bi dilgermî û bêyî ti cudahî pêşwaziya wê dikin."