Şaxa ÎHDa Îzmîrê daxwaza berdana girtiya nexweş Ayşe Ozdogan kir
Şaxa ÎHDa Îzmîrê daxwaza berdana nexweşa giran Ayşe Ozdogan a li li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin kir.
Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îzmîrê, di çalakiya ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe de vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiya nexweş a giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin. Daxuyanî li pêş Sumerbanka Kevin a li navçeya Konakê hat lidarxistin.
Rêveberê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend.
Daxuyanî wihaye: “Ji ber ku revîra girtîgehê sar e, rûyê wê yê emeliyatkirî her tim diwerime. Ji ber ku panika devê wê qûl bûye û xwarin bi biharat e di xwarin xwarinê de zehmetiyê dikişîne.
Ji bo ku werimandina rûyê xwe asteng bike hewl dide bi çarşefê germ bike. Bi alîkariya 2 kesan dikare biçe daşirê. Ji ber ku rûyê wê hatiye emeliyatkirin diwerime û ji bo ku germ bike makîneya ziwakirina por bi kar tîne. Di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de di wesayîta rîngê de destê wê kelemçekirî dibin. Îltîhaba di rûyê wê de dest pê kirî zêde bûye. Qûla di panika devê wê de mezin dibe. Tevî van hemû nexweşiyan jî, ya ku tê xwestin bi tenê taloqkirina înfazê ya heta ku tedawî dewam bike ye. Divê cezayên girtiyên nexweş demildest bên taloqkirin.”