Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir

Şaxa ÎHD’a Amedê rapora têkildarî binpêkirinên 9 salan eşkere kir. Li gorî raporê; mudaxileyî 361 xwepêşandanan hate kirin, 570 hatin qedexekirin û herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora “Binpêkirinên Têkildarî Mafên Civîn Xwepêşandan û Meşan û Azadî û Ewlehiya Şexsî” ya di navbera salên 2015-2024’an de eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Şaxa Komeleyê hate dayin.

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz got ku ji 24’ê tîrmehê heta niha her tim banga guftûgo û muzakereyan li aliyan k irine û nobeta aştiyê girtine. Ercan Yilmaz, anî ziman ku wan hewl dan rewşa demokrasiyê ya li welêt nîşanî hemû cîhanê bidin. Ercan Yilmaz, got ku heke rapora wan were lêkolînkirin dê were dîtin ku binpêkirin gihiştine asteke “metirsîdar” û ev tişt anî ziman: “Em careke din bang li îktîdara siyasî dikin ku meseleya kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.” Rapor, ji hêla Ercan Yilmaz ve hate xwendin. 

Civîn û çalakî hatin qedexekirin

Di beşa armanc û çarçoveyê ya raporê de hate gotin ku daneyên di navbera salên 2015-2024’an de, nîşan didin ku binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser mafên sivîlan gihiştine astekî xeternak û qada sivîl her ku diçe bêhtir teng dibe. Bi domdarî hate gotin ku “mafê xwepêşdandan û civînan” a di madeya 34’emîn a Destûra Bingehîn de, ji 24’ê tîrmeha 2015’an heta niha bi awayekî keyfî û derhiqûqî ji hêla walî û qeymeqaman ve tên qedexekirin, ev qedexeye li hinek bajaran bênavber û li hinek bajaran jî her 15 rojan carekê tên ragihandin. Di raporê de ev daneye hate parvekirin: “Tenê heta 24’ê tîrmeha 2024’an, meqamên îdarî ji bo 60 civîn û xwepêşandanan biryara qedexeyan dan û hêzên ewlekariyê mudaxiley3ı 36 xwepêşandanên civakî û civînên li derve kirin.” 

Binpêkirin hatin rêzkirin

Di raporê de binpêkirin sal bi sal wiha hatin rêzkirin: 

* “2015: Polîsan mudaxileyî 56 civîn û xwepêşdanan kirin, 2 hezar û 975 kes hatin binçavkirin, 857 kes hatin girtin, bi ser hezar û 931 malan de hate girtin, di encama mudaxileya hêzên ewlekariyê de 69 kes birîndar bûn. Piştî mudaxileya li dijî xwepêşandanên civakî, 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 5 hezar û 909 binpêkirin hatin kirin. 

* 2016: Mudaxileyî 78 civîn û xwepêşandan hate kirin, 6 hezar û 860 kes hatin binçavkirin, hezar û 724 kes hatin girtin, 3 hezar û 556 caran bi ser malan de hate girtin, 38 civîn û xwepêşandan hatin astengkirni, di encama mudaxilekirina xwepêşandanên civakî de 54 kes birîndar bûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî 12 hezar û 314 binpêkirinên mafan hatin kirin. 

* 2017: Mudaxileyî 17 civîn û xwepêşandanan hate kirin, 3 hezar û 878 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 900 caran bi ser malan de hate girtin, 19 xwepêşandan û meş hatin qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 65 kes birîndar bûn, kesekî jiyana xwe ji dest da û bi giştî 7 hezar û 668 binpêkirin hatin kirin. 

* 2018: Mudaxileyî 13 xwepêşandan û civînan hate kirin, 2 hezar û 837 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 368 caran bi ser malan de hate girtin, 26 xwepêşandan û civîn hatin qedexekirin, di mudaxileyan de 9 kes birîndar bû û bi giştî 5 hezar û 749 binpêkirinên mafan hatin jiyîn. 

* 2019: Mudaxileyî 58 xwepêşandan û civînan hate kirin, 2 hezar û 987 kes hatin binçavkirin, 511 kes hatin girtin, 2 hezar û 81 caran bi ser malan de hate girtin, 60 civîn û xwepêşandan hatin taloqkirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 167 kes birîndar bûn. Bi giştî 5 hezar û 864 kes birîndar bûn. 

* 2020: Mudaxileyî 19 civîn û xwepêşandan hate kirin, hezar û 550 kes hatin binçavkirin, 312 kes hatin girtin, hezar û 345 caran bi ser malan de hate girtin, 72 çalakî û xwepêşandan hatin taloqkirin û qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de kesek birîndar bû û bi giştî 3 hezar û 299 binpêkirinên mafan hatin kirin. 

* 2021: Mudaxileyî 20 civîn û xwepêşandanan hate kirin, hezar û 741 kes hatin binçavkirin, 313 kes hatin girtin, hezar û 461 caran bi ser malan de hate girtin, 70 taloqkirin-qedexekirin, 5 birîndar û bi giştî 3 hezar û 610 binpêkirinên hatin kirin. 

* 2022: Mudaxileyî 19 xwepêşandanan hate kirin, 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin, bi ser hezar û 109 malan de hate girtin, 135 çalakî hatin taloqkirin û qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 7 kes birîndar bûn û bi giştî 3 hezar û 607 binpêkirin hatin kirin. 

* 2023: Mudaxileyî 45 xwepêşandan û civînan hate kirin, hezar û 809 kes hatin binçavkirin, 304 kes hatin girtin, bi ser 951 malan de hate girtin, 89 çalakî hatin qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 6 kes birîndar bûn û bi giştî 3 hezar û 204 binpêkirinên mafan hatin kirin. 

* 2024: Mudaxileyî 36 xwepêşandan û civînan hate kirin, hezar û 204 kes hatin binçavkirin, 178 kes hatin girtin, bi ser 546 malan de hate girtin, 60 çalakî hatin taloqkirin-qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 53 kes birîndar bûn û bi giştî 2 hezar û 77 binpêkirin hatin jiyîn.”

Di raporê de hate gotin ku li gorî şopandin û nirxandina komeleyê ya di navbera 24’ê tîrmeha 2015’an de, di vê pêvajoyê de hêzên ewlekariyê herî kêm mudaxileyî 361 xwepêşandan û meşan kiriye û herî kêm 570 jî hatine qedexekirin û taloqkirin. 

Di raporê de her wiha ÎHD’ê cih da binpêkirinên têkildarî “Azadî û Ewlehiya Şexsî”. Di raporê de hate gotin ku di nava 9 salan de herî kêm 27 hezar û 984 kes hatin binçavkirin, 5 hezar û 677 kes hatin girtin û bi ser herî kêm 18 hezar û 248 mal-kargehan de hate girtin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku binçavkirin, girtin û serdegirtinên mal-kargehan herî zêde di navbera salên 2016-2019’an de hatine kirin. 

Bi domdarî di raporê de hate gotin ku di pêvajoya 9 salan de herî kêm 436 welatî di mudaxilekirina meş, xwepêşandan û civînan de birîndar bûne û bi 167 birîndaran re sala herî zêde welatî hatin birîndarkirin 2019 e. 

Di berdewamê de ÎHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber negirtina tevdîrên “ewlehiyê” û mudaxileya hêzên ewlekariyê, bi giştî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi 25 mirinan herî zêde kes di sala 2015’an de hatine kuştin û di 2016’an de jî 4 kes hatine kuştin. 

Rapor, wiha domiya: “Piştî dewletê dev ji fikra ku meseleya kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan çareser bike berda û pêvajoya şer dîsa dest pê kirî, mudaxileyên hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakî û xwepêşandanên civakî jî zêdetir bûn. Di encama tespîtên me de derket holê ku sedema mirin û birîndarbûna welatiyan û qalikên gazê yên hêzên ewlekariyê diavêjin in.”

‘Divê binpêkirin bi dawî bibin’

Di raporê de daxwaz û pêşniyar wiha hatin rêzkirin: 

 “*Divê di her şert û mercî de rêz ji mafê ewlehiyê û azadiya kesan û xwepêşandan û civînan ku Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, Peyaman Navnetewî ya Têkildarî Mafên Siyasî û Medenî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di nav de ji aliyê peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê ew pejirandine ve hatine parastin bê girtin û di vî warî de dewlet erkên xwe yên neyînî û erênî bi cih bîne.

* Divê hukmên qanûndanînê yên ku destûrê didin otorîteyên îdarî azadiya civîn û xwepêşandanê bi rengekî bêsînor qedexe bikin û qedexeyên din ên awarte di demên asayî de ferz bikin, bên rakirin;

* Divê hukmên ku derfetên sînordarkirinê yên nemaqûl ên têkildarî cih û rêya civînan a di qanûna bi hejmara 2911’an didin rayedarên cemaweriyê bên rakirin. 

* Divê hukmên ku destûrê didin bikaranîna hêza li dijî xwepêşandanên aştiyane û li dijî standartên navneteweyî bên betalkirin. 

* Divê polîtîkayên teşhîrkirin û marjînalkirina xwepêşandanên aştiyane yên ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve bi rêya gotinên neyînî, kampanyayên reşkirinê, krîmînalîzekirin, zexta edlî û îdarî tên kirin bên terikandin.

* Divê polîtîkayên necezakirinê yên ku hêzên ewlehiyê yên faîl in diparêzin bi lêpirsînên bi bandor, zelal, bêalî, berfireh û bilez ên binpêkirinên ji ber bikaranîna zêde ya hêzên ewlehiyê derdikevin holê bên bidawîkirin. Divê ji ber van binpêkirinên xwe hesab ji faîlan bê pirsîn.

* Divê bi aktorên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan re ji bo azadiya civîn û xwepêşandanan li Tirkiyeyê hevdîtinên bi rêk û pêk bên kirin. Divê beşdariyeke watedar a aktorên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan li pêvajoyên biryardayînê yên pêwendîdar were ewlekirin.

* Divê meqamên îdarî li gorî rêgeza piraniyê ku rêgeza bingehîn a civaka demokratîk e tevbigere û azadiya ramanê ya civakî bê destekkirin û zextên li dijî civaka sivîl û kesên rexne dikin bên bidawîkirin. 

* Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya bicihanîna mafê azadî û ewlekariya şexsekî, divê prensîba serxwebûna dadgeriyê bi rêbazên tund bê xebitandin.

* Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya Tirkiye alîgirê wê ye û rayeya darazê qebûl kiriye, di hiqûqa navxweyî de were bicihanîn. Daxuyaniyên nûnerê desthilata siyasî yên li ser nebicihanîna van biryaran ne tenê zirarê didin prensîba serxwebûna dadgeriyê, di heman demê de bi awayekî aşkere mafê azadî û ewlehiyê yê kesekî binpê dike. Divê ev pêkanînên ku em weke mudaxilekirina darazê dihesibînin bên terikandin.”

‘Divê ji bo aştiyê cîna kolektîf derkeve holê’

Serokê Rûmetî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ê piştî aşkerekirina raporê axivî, diyar kir ku encamên ku nebûna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd di raporê de cih digirin. Bîrdal, anî ziman ku wan rapora Tirkiyeyê ya di neh salan de çawa ji demokrasiyê, mafên mirovan û aştiyê dûrketi ye aşkere kirine û got: “Tirkiye li xaçerêyeke girîng e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heta roja îro derfetên girîng hebûn ku ji bo her kesên li vê erdnîgariyê dijîn bi mafên xwe yên ji mirovbûnê derketine holê bijîn. Ev yek jî bi mûxatabên li Meclisê û rêveberiyên herêmî pêk hat. Hêzên desthilatdar ev firsendên hatin afirandin ji heba kirin.”

Akin Bîrdal, bi lêv kir ku mijara çareseriya pirsgirêka kurd û aştî careke din hatin rojevê û wiha domand: “Heke li welatekê aştî nebe ne hêsane mirov behsa demokrasiyê, mafên mirovan, kar û nan bike. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd divê firsendên îro bên nirxandin û gelek nediyarî ji holê bên rakirin. Divê ewilî daxuyanî bên dayîn ku ‘çi bû çi dibe, wê çi bibe?’ Parazvanên maf, edalet û aştiyê dikarin li Enqereyê konferansa aştiyê li dar bixin. Divê ji bo aştiyê vîneke kolektîf derkeve holê. Bi vê vînê komîsyonek dikare were avakirin. Di navbera mûxataban de piren navbeynkariyê dikarin bên çêkirin. Bi dayîna daxuyaniyeke fermî re divê pêvajo were rewakirin. Divê ev pêvajo ber bi aştiyê ve biçe. Çi bikeve berê me em ê wê bi cih bînin. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Divê were zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çi dibêje. Divê ewilî ev derfêt bê avakirin. Ya duyemîn divê hemû girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bên berdan. Divê girtiyên zêdetirî 30 sal in girtî ne û înfaza wan tê şewitandin bên berdan. Divê têkildarî aştiyê îşaretek were dayîn. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi neyînî encam negire. Em bêjin aştî a niha.”