Endezyar Sena Temê: Bi alîkariya gel em ê bajarê xwe xweş bikin

Şaredariya gel a bajarê Dêrikê ji bo sererastkirina riyan proje dest pê kirin. Endezyar Sena Temê ku di vê xebatî de cih digre da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk projeyên wan dereng dimînin û destnîşan kir ku ew ê bi alîkariya gel bajarê xwe xweş biki

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çêkiriyan riyên kolanên bajêr, proje dest pê kirine, wê nêzî 5 hezar mitre sêgoşe were çêkirin. Li ser daxwazên gel şaredariyê dest bi çêkirina riyên ku xirabûna kirin û ji bo xizmetgozariya bajar gelek projeyên din pêşdixin.

‘Li ser daxwazên gel proje hat destpêkirin’

Endezyara Sivîl a beşa Teknîkê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Sena Temê derbarê projeyên çêkirina riyan de wiha got: “Kolanên me gelek xirab bûbûn, gel jî dixwest ev rê werin çêkrin. Di 3’ê vê mehê de me dest bi projeya xwe kir, destpêkê me qeşartin û kevirin hûrkirî me danîn. Heta niha me beşek bi dawî kiriye û hîna jî beşek maye. Bi qasî 5 hezar metreyên sêgoşe em ê kolanan çêbikin û em hewl didin ji wê zêdetir jî bikin ji ber ku kolan gelek zirar dîtine. Her wiha projeyên me yên ji bo çareserkirina ava baranê di dema zivistanê de jî heye. Di heman demê de ji bo rastkirin û tehmîrkirina  xetên kanalizyonan projeyên me hene. Me sîstema enerjiya tavê ji hejmarek bîrên avê re danî, ji bo av li ser gel qut nebe, ji bo bîrên din jî me jeneretor daniye.”

‘Êrîşên dewleta Tirk ziyanê didin bûtçe û xebatên me’

Sena Temê da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a yên dagirkeriyê li ser herêma wan ziyanê dide bûtçe û xebatên wan ên xizmetguzariyê û wiha got: “Her em dixwazin projeyên xwe di zûtirîn dem de pêk bînin, lê êrîşên dewleta Tirk li pêşiya xebatên me yên xizmetgozariyê dibe aste û dereng dikevin. Wek din, em kêmek zehmetiyan di kêmbûna makîne, kadroyên tekînî û qutkirina elektrîkê de dikşînin.”

‘Bi alîkariya gel projeyên me bi ser dikevin’

Sena Temê destnîşan kir ku wê projeyên wan ên xizmetguzariyê berdewam bikin, daxwaz ji welatiyan kir ku bi şaredariyên xwe re bibin alîkar û wiha bi dawî kir: “Em ê heta bigihin armancên xwe xebatên xwe bidomîn. Her sal em ji sala berê baştir dibin. Em hêvî dikin ku gel di aliyê paqijî û parastina kolanan, di dema sererastkirinê de ji bo ku xirab nebin bi mere bibin alîkar, ji ber ku bi alîkariya gel projeyên me bi ser dikevin.”