Şaredariya Dêrsimê bi bariyerên beton hat dorpêçkirin
Derdora Şaredariya Dêrsimê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, bi bariyerên beton hat dorpêçkirin.
Navenda Nûçeyan- Qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şaredariya Pulurê ya CHP'ê hatin kirin. Walî Bulent Tekbiyikoglu yê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, karê wî yê ewil danê sibehê derdora şaredariyê bi bariyerên beton girt
Wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û parlamenteran îro tayînkirina qeyûman bê şermezarkirin.