Şandeyek jin ya Tevgera Azadî serdana Tevgera Goran kir

Bi armanca zêdekirina hevkarî û nêzîkbûna jinan, şandeyek jinan ya Tevgera Azadî serdana jinên Tevgera Goran kir. Her du aliyan destnîşan kirin ku tundîtûjiya beramberî jinan berdewame.

Silêmanî- Îro danê sibehê de Desteya Jinan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li ser navenda sereke ya Tevgera Goran a li Silêmaniyê serdana jinên tevgerê kir. Her du alî li ser pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan guftûgokirin û dan zanîn li ser asta Herêma Kurdistanê û beşên din yên welat, jin dikarin bi rêya hevkarî û rêxistinbûnê hîn zêdetir xizmetê ji jinan re bikin.

‘Em hewil didi bi hevre pirsgirêkê çareser bikin’

Piştî civînê daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn û Endama Şandeya Tevgera Azadî Şehên Mihemed der barê serdanê de axivî û got: “Wek Desteya Jinên Tevgera Azadî me serdana Rêxistina Jinên Goran kir. Armanca serdana me bihêzkirina peywendiyên di navbera her du rêxistinan de ye. Heman demê de dixwazin bi hev re serdana rêxistin û partiyên din jî bikin da ku jin bi hev re ji bo armancên hevpar ên jinan bixebitin.”

Her wiha Endama Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdula wiha behsa serdana şandeya jinan a Tevgera Azadî kir û got: “Me behsa ji holêrakirina pirsgirêkên jinan kir. Salane gelek tundutijî li beramberî jinan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin. Em hevîdarin di dema bê de li ser asta Herêma Kurdistanê û her çar beşên Kurdistanê bi hev re bixebitin.”