Şandeyek ji dayikan bi hezên Iraqê re hevdîtin pêkanîn

Di çarçoveya bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkê de, şandeyek ji dayîkên wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê çûn gel hêzên Iraqê.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ya sê roj in hewldana bi têlan dorpêçkirina wargehê dide, carek din ketiye nava lîv û tevgerê de û carek din hewl didin bikevin nava wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û derdora wargehê têl bikin. Ev 3 roj e berxwedaniya gelê Mexmurê dom dike. Di çarçoveya bi diyalog çareserkirina pirsgirêkê de, şandeyek ji dayîkên wargehê çûn gel hêzên Iraqê.

Artêşa Iraqê ku ev sê roj in hewil dide bi têlan wargeha Mexmur dorpêç bikin, carek din ketiye nava lîv û tevgerê û carek din hewil didin bikevin nava wargehê û derdora wargehê têl bikin.

Li ser vê yekê ji bo bo dîyalog çareserkirina pirsgirêkê, şandeyek ji dayîkên wargeha Mexmûrê ji bo hevdîtinê çûn gel hêzên Iraqê. Şandeya dayîkan di hevdîtinê de carek din daxwazên xwe anîn ziman û ragihandin ku naxwazin derdora wan were têlkirin.

Lê hîna tevger û hewlên têlkirinê yên Artêşa Iraqê berdewam e.

Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran şêniyên wargeha Mexmûrê, li ber konên xwe amade ne û li berxwe didin.