Şandeyek Îtalî serdana Şengalê kir

Ji Îtalyayê Şandeyek a ji rewşenbîr, aktifistên mafê mirovan, rojnamevan, niviskar û bijîşkan pêk di hat, Serdana Şengalê kirin. Şande li saziyên Şengalê geriya û li ser pergala rêveberiya xweser nêrîn girtin.

NESRÎN HİSÊN
Şengal - Ji Îtalyayê Şandeyek a ji rewşenbîr, aktifistên mafên mirovan, rojnamevan, niviskar û bijîşkan pêk di hat, Serdana Şengalê kirin. Şandeyê  despêlê  Şehîtgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Serdeşta çiyayê Şengalê kirin. Li Şehîtgehê bi Saziya Malbatên Şehîdan re rûniştin û li ser ferman û qehremaniya Şehidên Şengalê peyiyîn û rewşa Şengalê ya niha nirxandin. Şandeyê Piştî hevdîtina bi saziya Malbatên Şehîdan re berê xwe da Şengalê û li wir jî serdana Desteya Rêveriya Şengalê kir. Şande ji aliyê Berpirsên Rêbveberiya Xweser a Şengalê ve hatin Pêşwazî kirin. Li dû wê Şandeyê berê xwe da avahiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê û ji aliyê berdevk û endamên tevgerê ve hatin pêşwazî kirin. Di rûniştina Şandeyê ya li gel berdevk û endamên tevgera Azadiya Jinên Êzidî de li ser rewşa jina Êzidî ya berî ferman û piştî fermanê nirxandin hatin kirin.  Her wiha li ser politikayên dewleta Iraqê ya dixwazin vîna jinê û gelê Êzidî tûne bikin jî nirxandin hatin kirin.
Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengalê Xezal Reşo di derbarê hatina Şandeyê de wiha got: “Em weke gele Êzdî bi hatina tevahî serdanên ji bo Şengalê kêfxweşin, ji ber em naxazin êşa me gele Êzidî were jibîr kirin. Ev Şandeya ji Îtalyayê hatî ji bo me heman kêfxweşiyê çêdike. Em bi hev re li sazî û dezgehên cûda yên Şengalê geriyan û li ser rewşa Şengalê di saziyan de nirxandinên me çêbûn. Serdana Şandeyê wê hîna berdewam bike.”
Mariya Novela ya wênegir jî di derbarê sedema hatina xwe ya Şengalê de got: “Em Şandeyek ji îtalyayê hatine, koma me ji tevnek a arikariya mirovî ya ji bijîşk, rojnamevan, niviskar û rewşembîran pêktê,  me xwest em rewşa Şegalê ji nêz ve bibînin. Her wiha vê hêza gel a bêhempa ji bo em ji gelê xwe re ragehînin em hatine. Ji ber Şengal minaka herî baş a gelên bindeste. Em ji xwe re wek erk dibinin vîna vî gelî bi cîhanê bidin nasîn.”