Şandeya Tevgera Azadî serdana Mexmûrê kir

Şandeya Tevgera Azadî di 11’ê mehê de serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê kir. Şandeyê diyar kir ku xebat û têkoşîna xelkê Mexmûrê ku di pêşengtiya jinê de dimeşîne cihê pîroziyê ye û teqez wê bigihije serkeftinê.

Mexmûr - Di 11’ê Mijdarê şandeyek ji Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi armanca çavdêrîkirin û têgihiştina rewşa dawî ya wargehê ya piştî êrişên vê dawiyê, jiyana civakî ya xelkê wargehê, xebatên di çarçoveya rizgariya Kurdistanê de, wekhevî û rêxistinbûna xelkê wargehê di warê civakî, netewî, zayendî û birdozî de, serdana wargeha penaberan a Mexmûrê kir.

Şandeyê di nava 2 rojên ku li wargehê mayî de, serdana sazî, dezgeh, komîte û meclisên nava wargehê de kir. Sazî û xelkê wargehê bi dilgermî şandeyê pêşwazî kir. Her wiha şandeyê serdana Çalakiya Nobetê ya ku ev 3 meh zêdetire ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, kir û berxwedana wan silav kir.

Di serdanên xwe de diyar kirin ku bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ gelê Mexmûr ku xebat û têkoşînê dimeşînin wê teqez bigihe serkeftinê, herwiha destnîşankirin ku di berxwedana ku tê meşandin de pêşengtiya jinê cihê pîroziyê ye.