Şandeya rojnamevanan çûn cihê Gulistan û Hêro lê hatin qetilkirin

Şandeya rojnamevanên ku ji Ewrupayê hatine Silêmaniyê, serdana cihê ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatin qetilkirin, kirin. Şandeyê bang li rayedaran kirin ku cihê bûyerê vegerînin bîrdariyekê.

Silêmanî – Komek ji rojnamevan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.

Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, îro serdana cihê ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatin qetilkirin, kirin.

Dê rapor bê nivîsandin

Li cihê bûyerê rojnamevan Dilêr Soran ê endamê şandeyê axivî û got; “Em komek rojnamevan ji Ewrupayê hatine li ser bûyerê raporek binivîsin û emê piştre li qada navnetewî û cîhanê jî belav bikin.”

Rêveberê Kompanyaya Çetir Kemal Mihemed jî li heman cihî axivî û got; “Me weke kampanyaya Çetir ji bo rapora xwe temam bikin hemû alîkarî daye vê şandeya ji Ewrupayê hatî. Pêwîst bike em ê li Hikumeta Iraqê jî gilî bikin, em ê hemû delîl û belgeyan kom bikin û veguherînin dozek girîng û bibin dadgehên navneteweyî.”

Rojnamevan Hindirîn jî yê endamê şandeyê got; “Em ji waliyê Helebce, qeymeqamê Seyîdsadiq û berpirsên îdareyê dixwazin vî cihê ku hevalên me lê şehîd bûne, bikin bîrdarî daku hemû bîranînên wan zindî bimînin. Bila nîşan bidin ku rojnamevanên Kurd taybet jî rojnamevanên jin çawa bûne qurbanî û kirine hedef.”