Şandeya Navdewletî ya aştiyî û azadiyê serdana Derbendîxanê kir
Şandeya Navdewletî ya aştiyî û azadî ji bo Kurdistanê di dirêjahiya serdanên xwe de îro serdan Derbendîxanê kirin û li gel sazî û rêxistinên civaka sivil kom bûn.
Derbendîxan - Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî serdana navçeya Derbendîxan ya ser bi Silêmaniyê kir. Şande bi rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyan re civiyan û li ser pirsgirêka dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya desthilata herêma Kurdistanê gotftogo kirin.
Bejdarvanên civinê keyfxweşiya xwe ya di derbarê serdana şandeya Navdewletî ya aştî û azadiya Kurdistanê anîn ziman her wiha bal hat kişana çawa li beramerî dagirkeriyê bi sekinin û şandeya ku ji kesên rewşenbîr, akademîsyen, çalakvan û rojnamevanan pêkhatine, dikarin dengê Başûrê Kurdistanê li cîhanê belav bikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku wê îro şande serdana herêma Helepçe jî bikin û wê li gel rewşenbîr û endamên rêxistina civaka sivîl re kom bibin.