Şandeya Navdewletî serdana fraksyonên cûda yên Îraqê kirin

Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê serdana aliyên cûda yên parlemana Îraqê kirin. Di serdanan de diyarkirin ku divê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn û hewlek cidî ya hikumeta Îraq û hikumeta herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê hebe û bê helwest nemîne.

Silêmanî - Îro Şandeya  Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê serdana ofîsa Parlemena Îraqê ya bajarê Silêmaniyê kir. Pîştî civinê li gel firaksyonên cûda yên Yekitiya Niştimana Kurdistan, Partiya Demoqrata Kurdistanê û Yekgirtuya Islama Kurdsitanê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Endama Şandê Bêrta Martîn got: “Şandeya Aştiyê ji 16 welatên cûda ji bo zanîna rewşa herêma Kurdistanê û agahdarbûna dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê serdan herêma Kurdistanê kirine. Em hatine vê derê ji nêz de vê dagirkeriyê bi şopînin û cîhanê ji vê dagirkeriyê agahdar bikin. Em daxwaz ji welatên navdewletî dikin weke çawan bangawazî ji bo damokrasiyê dikin, werin vê dagirkeriyê bibînin û rê nedin dagirkeriyê. Ji ber di van êrîşan de welatî zerarên mezin dibînin.”

Nunerên firaksyonên cûda li daxwazên şandeyê guhdarkirin ku di vê helwesta xwe de berdewam bin û rewşa gelê Kurd bigihînin welatên derve û daxwaz ji hikumeta Îraqê kirin ku divê çareseriyekê ji bo van êrîşên dagirkeriyê danin.