Şandeya ku xwest biçe Mexmûrê hat astengkirin

Şandeya ku ji Îtalyayê hat û xwest ji bo alîkariyê bide jin û zarokan biçe Mexmûrê, ji aliyê dewleta Iraqê ve hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Şandeyek Îtalî ya ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk dihat, bi armanca alîkariyê her sal serdana wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û Şengalê dike. Di vê çarçoveyê de şandeya ku îro xwest biçe Wargeha Mexmûrê ji aliyê deweta Iraqê ve hat astengkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şandeya ku dixwest biçe Mexmûrê, li seytereya Hacî Elî ya ser bi navçeya Geyare ya Mûsilê hatin rawestandin. Li gorî agahiyan endamên şandeyê piştî ku demek dirêj li wê derê hatin sekinandin dûre bi wesayîdeke leşkerî birin Bexdayê.