Şandeya jinan bi partiyên siyasî re hat ba hev
Şandeya jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi partiyên siyasî yên Almanyayê re civiyan û rewşa Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên dagirkirî, peymana 10'ê Adarê û xurtkirina beşdariya jinên Sûrî ya di qada siyasî de hate nîqaş kirin.

Navenda Nûçeyan – Serdan û civînên şandeya jinan a ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê dewam dikin. Şande îro bi du partiyên siyasî yên Almanyayê, Partiya Çep û Partiya Kesk re li Berlînê civiyan.
Di civîna her du partiyan de rewşa Sûriyeyê piştî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) desthiladara Şamê bi dest xist û binpêkirinên ku li dijî pêkhateyên Elewî û Durzî li peravê û bajarê Suweydayê hatine jiyîn, di nav de şewata xweza û talankirin herêmê hatin dest girtin.
Polîtîkeyên ku li herêmê tên meşandin hatin nîqaş kirin
Di heman demê de şandeyê bal kişand ser rewşa herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ku rûbirû bi êrîş û gefan re dimîne, her wiha kiryar û binpêkirinên ku li deverên ji aliyê delweta tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, êrîşên ser Bendava Tişrînê û berxwedana gel, di heman demê de mijara wek qutkirina ava Çemê Firatê ku wek polîtîkeyekê ser gelê herêmê tê meşandin.
Girîngiya Peymana 10'ê Adarê hate dest nîşankirin
Li kêlek van mijaran, girîngiya Peymana 10'ê Adarê yê ku di navbera Fermandiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin hate nîqaşkirin.
Beşdariya jinan a qada siyasî
Hilbijartinên Perlemana Sûrî û xurtkirina beşdariya jinên Sûrî ya di qada siyasî de jî hate nîqaşkirin û hate diyar kirin ku divê jinên Sûrî di hemû qadên jiyanê de cihbigrin û rola xwe ya pêşengiyê lîzin.
Xeteriya DAIŞ’ê ya ji bo herêmê
Di civînê de mijara xeteriya DAIŞ'ê ya ji bo herêmê, rewşa kampa Holê û çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin û hate xwestin ku hemû welatan hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê ku li gel Hêzên QSD’ê girtinê werbigrin.
Hewcedariya Sûriyeyê bi sîstemek nenavendî û demokratîk heye
Armanc ji van her du civînan ew bû ku piştevaniya pêvajoya siyasî li Sûriyeyê bê kirin da ku sîstemek nenavendî û demokratîk li herêmê bê avakirin û pêkanîna bendên Peyamana 10'ê Adarê. Her wiha hate diyar kirin ku divê jinên Sûrî di avakirina sîstemek nenavendî û demokratîk a Sûriyeyê de cihbigrin.