Şandeya HDP’ê serdana Mexmurê kir

Şandeya nunertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêrê serdana wargeha penaberan a Mexmûrê kir û çu cihê êrîşa hewayî lê çêbûyî.

Mexmûr - Şandeya nunertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêrê ku ji nunerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Mizgîn Arîn Hesen Kaçar û Hikmet Hatîppêk tê serdana wargeha penaberan a Mexmûrê kirin. Şande ji aliyê Şaredariya Mexmûrê û Meclisa Îştar û Meclîsa Gel ve hat pêşwazî kirin. Pîştî şande li şaredariyê hatin pêşwazî kirin şande çûn parqa zarokên Mexmurê ku di 5’ê Hezîranê de ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hatî bombebaran kirin û li wêderê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Li ser navê nunertiya HDP’ê Mizgîn Arîn axivî û got: “Faşîzma Erdoxan ji ber ku ji gel û zarokên mexmûrê di tirse ji ber wê gelê Mexmûrê bombabaran dikin. Ev wargeh di bin banê Netewên Yekbûyî û Iraqê deye ger ku dewleta Tirk dikare were vêderê ew gelê ji ber zilma dewleta Tirk hatine vêderê bombabaran dike, bêdengiya wana tê wateya hevkariya dewleta Tirk. Ger ne hevalbendê wan bin bila li hemberî van kiryaran dengê xwe derbixwin û helwesta xwe bidin nîşandan. Ev bombarduman li ser irade û berxwedana gelê Mexmurê li ser tirsa şefê dagirker ya ji gelê Mexmûrê pêtîne. Lê çi bibe bila bibe ev gele hertim berxwedana xwe berfireh dike û tu caran serê xwe na tewîne. Gelê mexmûrê gelek welatparêze ne bombarduman ne ji gefên Erdoxan wê nikaribe gelê Mexmûrê bi tirsîne. Erdoxan gelek ji zarokên Mexmûrê di tirse ji ber bi vê bombardûmanê dixwest zarokan bi tirsîne, lê belê tu caran nagihe armanca xwe”
“Bi rojane gelê wargeh ji zarokên 7 salî bigre 70 salî li ser lingane”
Li ser navê Meclîsa Îştar endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz got: “Em ji li ser navê gelê Mexmûrê xêrhatina şandeya HDP’ê dikin. Hemû raya giştî dizane ev bi rojane gelê wargeh ji zarokên 7 salî bigre 70 salî li ser lingane. Pîştî gefên Erdoxan yê ku dijminê mirovahiyê yê dewleta Tirka ku ji qirkirin û xwin rijandinê têr nabe, di 1’ê Hezîranê carek din şefê faşit Erdoxan gef li wargeha me xwarbû û di 5’ê Hezîranê de êrîşek bi balaferin bê mirov li navenda dibistanên wergehê ku zarokên wargehê li vêderê perwerdeya zimanê zikmakî Kurdî lê dibinin, li beramberî parqa gîştî ya wargehê êrîşek bi balefirên bê mirov pêkanî. Di encmê de zarok di betlaneya havînê ya dibistanê de bûn û saetên nivro yên germahiya Havînê bû ku kes ji derve nebû, ger ne wisan bûya wê wargeha me bi buyerek tirajetîk û bi qetliamek ya zorokan re derbaz biran. 
Di salên derbazbûyî de çend care Erdoxanê faşîst bi firokeyan bomba li waregeha me barabdine me gelek kesên me yên sivil şehîd û birîndar bûne bi hemû awayî em dagirkeriya xaka Kurdistanê şermezar û rureş dikin. Hêzên ku tiliya wan di van buyeran de heye, bi taybet Netewên yekbuyî ku erk û berpirsyartiya xwe li himberî gelê sivil, zarok û gelê wargeha Mexmûrê bi taybet UNECEF ku erka xwe li himberî zarokan pêknaynin em wan şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku bi heyetekê werin vêderê rewşa gelê sivil, rewşa gelê wargehê ku ev sê sale dibin ambargoyek ya hikumeta herêma Kurdistaê û hikumeta Iraqê de ku hevkarê hevin bi destê dewleta Tirk danîne li ser Wargehê werin bi çavê xwe rewşa nexweş û zarokên wargehê di aliyê xwe rêvebirina rojane de di çi astê deye bibinin û li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derbikevin.”