Şandeya Fransî serdana Nobeta Edaletê kir

Şandeya Fransî ya ku di roja 782’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar da destpêkirin serdana malbatê kir, diyar kir ku dê ew e bibin dengê malbata Şenyaşar a li Cenevreyê.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ji 9'ê Adara 2021'an û vir ve dest bi Nobeda Edaletê kirin di roja 782’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya li Pirsûsê derket û hat Edliyeya Rihayê, li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nivîsîbû dest bi çalakiya nobedê kir. Ferît Şenyaşar ji ber ku beşdarî xebatên hilbijartinê bû nekarî were qada çalakiyê.

Serdana şandeya Fransî

Şandeya ji Şaredarê Cenevreyê yê berê Rêmy Pagani, ji partiya Însoumise ya Fransayê Angélique Schmidt û rojnamevan Rachad Armanios pêk dihat serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê didomîne, kir.

Şandeyê derbarê qetlîamê û têkoşîna edaletê ya malbatê de agahî wergirtin. Şandeyê ji Emîne Şenyaşar re desnîşan kir ku ew ê li Cenevreyê bibin dengê malbata Şenyaşar û dê her tim piştevaniya malbatê bikin.

Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniya şandeyê spasî kir û diyar kir ku piştevanî wan bi hêztir dike.