Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Silopyayê ye

Şandeya ku ji DEM Partî, DBP û nûnerên rêxistinên civakî pêk tê, ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, gihîşt Silopyayê.

Navenda Nûçeyan- Şandeya ji DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê DBP’ê Kesîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, nûnerên baro û rêxistinên civakî pêk tê, ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, gihîşt navçeya Silopyaya Şirnexê.

Şandeya ku bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser derbasî Rojava bibe dê ber bi nîvroyê ve ji Deriyê Sînor ê Xabûrê darbasî Zaxoyê bibe.

Çav li rê ye ku şande berêvarê ji Deriyê Pêşxabûr-Sêmalkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Şande dê serdana Rêveberiya Xweser bike

Hat zanîn ku şande dê bi Rêveberiya Xweser, partiyên din ên li Rojavayê Kurdistanê û gelek pêkhateyên civakî re hevdîtinan bike. Tê payîn ku şande di vegerê de li Başûrê Kurdistanê jî hinek serdanan pêk bîne.