Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî serdana Komeleya Dema Jinan kir

Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî serdana Komeleya Dema Jinan kir û di ware xebatên ku ji bo jinên Kurd tên meşandin de li wan guhdar kirin.

Navenda Nûçeyan- Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî ya ji welatên cuda yên Ewropayê ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên rêxistinên civakî pêk tê, duh hat Tirkiyeyê û serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Dayikên Şemiyê, Jin bi hev re bi hêz in kir.

Serdana şandeyê îro jî berdewam kir. Şande destpêkê li Stenbolê ji bo Komeleya Dema Jinan û girtiyên nexweş bi 1000 jinan re hat ba hev. Endama komeleyê Newroz Unverdî armanca avakirina komeleyê û xebatên ku ji bo jinên Kurd didin meşandin anî ziman.

‘Jinên Kurd nagihîjin mekanîzmayên ji bo pêşîgirtina tundiyê’

Newroz Unverdî diyar kir ku di 25’ê Mijdarê de starta ‘Jinên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn xwegihandina mekanîzmayên têkoşînê ên bi zimanê wan ên dayikê’ dane û der barê xebatên xwe de agahî dan şandeyê û got: “Di encama xebatên wan ên 3 navçeyên Stenbolê de tesbît kirine ku jinên Kurd nikarin bi zimanê xwe, bigihîjin mekanîzmayên li dijî tundiyê û baweriya jinan bi van mekanîzmayan û darazê nayê. Destkeftiyên me yên diyar hene divê em van bi kar bînin. Ji ber vê jî me dest bi van xebatan kiriye.”

‘Jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ kom bûn’

Seroka komeleyê Dîlek Başalan jî behsa têkoşîna hevpar a bi jinan re didin meşandin kir û diyar kir ku jin li dora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hev kom bûne û got: “Em bi hev re ji bo pergala hevserokatiyê têdikoşin û polîtîkayên dewletê vala derdixin.”

Di serdanê de çenteyên bi 10 zimanan li ser ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatine nivîsandin diyarî şandeyê hatin kirin.