Şandeya Aştî û Azadiyê wê bejdarî xwepêşandanê bibe
Şandeya Navneteweyî ya Aştî û Azadiyê dan diyarkirin ku wê sibe li Silêmaniyê tevlî xwepêşandana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên şerê Kurd bi Kurd bibe û banga tevlîbûna meşê kir.
Silêmanî - Şandeya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê şandek navneteweyî ye ji çend welatên cuda yên Ewropa ji bo piştgiriya gelê Kurd a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatine Herêma Kurdistanê. Di 14’ê Hezîranê de li Hewlêrê Kampanya ‘Însyatîfa Navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê û dlijî dagirkeriya Tirkiyeyê’ ragihandibûn.
Di çarçoveya kampanya xwe de Şandeya navneteweyî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê li Silêmaniyê daxyaniya çapemeniyê dan û di daxuyaniyê de ragihandin ku wê sibe li Silêmaniyê tevlî meşa bi pêşengiya hunermendan li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê tê lidarxistin bibin. Şandeya navneteweyî ya Aştî û Azadiyê bang li her kesê kir ku tevlî meşê bibin.
Wê sibe li Silêmaniyê bi pêşengtiya hunermendan li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di saet 17.00’an de xwepêşan destpê bike.