Şandeya Şengalê serdana YPJ'ê kir

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro şandeya Şengalê ya ku ev çend roje li herêmê rêzecivîn û hevdîtinan pêk tîne, pêşwazî kir. Di hevdîtinê de herdû jinên Êzîdî Tawaf û Ezîze ku ji aliyê YPJ hatinbûn rizgarkirin jî amade bûn.

Navenda Nûçeyan-Serdanên şandeya Şengalê li herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Seîd Milhim Hemo û Endamê Desteya Eşîran Dexîl Mûrad Aşûr bi taybet ji bo xilas kirina jinên Êzîdî spasiya YPJ kir û anî ziman ku ew minetdarê keda şervanên YPJ-YPG’ê ne.

Berdevka YPJ Ruksen Mihemed anî ziman ku wê têkoşîna wan ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî berdewam bike û ji bo karibin pêşî li fermanên nû bigrin, divê statûya Şengalê ya xweser were nas kirin.

'Em xwedî pergala rêveberiyê û hêza parastinê ne’

Endamê Desteya Eşîran a Şengalê Dexîl Mûrad Aşûr jî minetdariya xwe anî ziman û wiha got: “Îro çiqas zehmete heger keçeke Êzîdî piştî 10 salan tê xilas kirin û dibêje ez zimanê xwe nizanim. Ji bo wê jî heger beriya 100 salî ev fikrê Rêber Apo heba, me yê zaniba çawa xwe biparêzin. Lê her çendî me êş û bedelên giran dan lê em îro ji her demê bêhtir bi hêzin. Em xwedî pergala rêveberiyê û hêza parastinê ne. Bêguman ev jî bi saya Rêber APO, bi saya gerîla û şervanên YPJ-YPG'ê pêk hat." 

Her wiha herdu jinên Êzîdî Tawaf û Ezîza jî dilşadiya xwe anîn ziman û gotin: “Emê tu carî ji bîr nekin ka çi bi serê me hat û emê tu carî ji bîr nekin ka çawa pêşmergeyên PDK em rû bi rûyê DAÎŞ re hiştin û reviyan.”