Şandeya Şengalê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rêveberên TEV-DEM`ê re civiyan.

Navenda Nûçeyan – Şandeya  ji Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji berdevkê Desteya Eşîrên Şengalê Şêx Seîd Milhim û endamê Meclisa Eşîran a Şengalê Dexîl Murad pêk tê, serdana Navenda Giştî ya TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir.

Şande ji aliyê hevserokên TEV-DEM Rûken Ehmed û Xerîb Hiso, endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî a TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa Şengalê û Komkujiya Şengalê ya 2014`an a bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatin nirxandin.

Şandeyê ji ber piştgirîdayîna manewî û sekna li kêleka civaka Êzidî spasiya pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.