Şanaz Îbrahîm: Em Rojava biparêzin
Şanaz Îbrahîm Ehmed piştgirî da banga seferberiya neteweyî ya ji bo parastina Rojava û banga navneteweyî kir û ji civata navneteweyî xweste ku Rojava biparêzin.
Navenda Nûçeyan- Şanaz Îbrahîm Ehmed banga parastina Rojavayê Kurdistanê kir. Şanaz Îbrahîm Ehmed di banga xwe de diyar kir ku bi xemgîniyeke mezin nûçeyên xemgîn ên li ser rewşa gelê Kurd li Rojava dibhîzin û got: “Herî zêde di wan nûçe û agahiyan de em dibhîzin ku xelkê sivîl, jin, zarok û mêr ji aliyê komên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û li gel çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşên hovane tên.”
Şanaz Îbrahîm Ehmed da zanîn ku van êrîşkaran girtiyên DAIŞê yên girtî jî berdane û got: “Ev çete bi qirkirin û şerjêkirinê tên zanîn. Berdana vana ji bo mirovahiyê xetereyeke mezin e.” Şanaz Îbrahîm daxwaz qada navneteweyî kir ku ji bo agirbesteke mayînde pêk were zextê li Şamê bikin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed got ku her kes bêyî ku pirsa ol û nijada wan bê kirin xwedî mafekî xwezayî û wekheviyê ne û mafê wan ê azadî û ewlehiyê heye. Şanaz Îbrahîm da zanîn ew bi rêya medyayê û çavkaniyên taybet bi kiryarên hov ên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê dibhîzin ku li dijî sivîlên bê parastin yên ku 14 sal in ji şer û koçberiyê gelek êş kişandine.
Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku berpirsyariya her tiştên ku niha li Sûriyê rû dide, dikeve stuyê welatên ku beşdarî navbeynkariya peymana di navbera Ehmed Şara û General Mazlum Ebdî bûne de ye.