Şanaz Îbrahîm: Bi dengdanê bibin beşek ji biryarên pêşerojê

Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed piştî ku ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dengê xwe da wiha got: “Ji bo bidesxistina maf û pêşeroja xwe, divê her kes tevlî hilbijartinê bibin.”

Navenda Nûçeyan – Dengdana giştî ya ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê berdewam dike, Endama Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK)’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî li dibistana Rewşen ya Silêmaniyê dengê xwe da.

Piştî ku dengê xwe da Şanaz  Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek da û got: “Ez bi tevlîbûna berfireh ya welatiyan ya ji bo hilbijartinê kêfxweşim û niha bi awayek baş birêve diçe. Ev pêvajoyek demokrasiyê ye, pêwîste hemû kes tevlî bibe û mafê xwe bidest bixe. Bi dengdanê bibin beşek ji biryarên pêşerojê.”