Şanaz Îbrahîm bertek nîşanî PDK'ê da

Endama Polîtburoya YNK'ê Şanaz Îbrahîm ku ji ber astengkirina PDK'ê nikaribû beşdarî komxebata Lozanê ya li Hesekê hat lidarxistin bibe, astengiyê şermezar kir û diyar kir ku çavên cîhanê li Qamişloyê ye.

Navenda Nûçeyan- Endama Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm ji aliyê desthilatdariya PDK’ê ve ji bo beşdarbûna Komxebata Peymana Lozanê ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ya li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû lidarxistin, hat astengkirin. Endama Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm têkildarî mijarê li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da.

Şanaz Îbrahîm ku rexneyên tund li PDK’ê dike, di peyama xwe de wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêşeyên dîrokî yên Kurd û Kurdistanê re eleqedar nabe û gihîştiye wê astê ku rê nade mêvanên Başurê Kurdistanê beşdarî Komxebata li Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin bibin. Ma ne balkêş e? Hikûmeta herêmê ku li hemberî Kurdistanê xwedî berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî ye, li şûna konferans û forumên ne girîng diviyabû ji bo sedsaliya Peymana Lozanê li Hewlêrê konferansek li dar bixista.

'Bêpirsiyariya herî mezin'

Şanaz Îbrahîm di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Di sedsaliya Peymana Lozanê de çavên cîhanê li Qamişloyê ne.” Gelo hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêka neteweyî jî ji bo şîrketên taybet û sektorê, yan jî Kurdperweriyê hewaleyê hinek kesan kiriye? Dema ku di sedsaliya Lozanê de çavên cîhanê li Qamişlo ye, girtina Deriyê Sêmalka ji bo beşdarên komxebatê bêberpirsiyariya herî mezin e.”