Şamê Îdlib bombebaran kir

Ji ber bombebarana hikumeta Şamê li Îdlibê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Mala çavdêriyê ya mafên mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku şeva din li derdora herêma ku “Ji çekan hatiye paqijkirin” hêzên girêdayî hikumeta Şamê kampeke girêdayî Tehrîr El Şam a li herêma Sermin a li Rojhilatê Îdlibê bi çekên giran bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û yek jê zarok 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.