Şam hewl dide bi rêya Hesekê çanda tecawizê li Sûriyeyê rewa bike

Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser erdnîgariya Kurdan, ne tenê şerekî leşkerî ye; Hewldana tunekirina çanda dayîksalarî ye bi rêya hovîtî û çanda tecawizê. Îro xwezaya şer ji aliyê feraseta dewletî û çeteyan ve wekî amûrekî vê tunekirinê tê meşandin.

ROJBÎN DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Rojava, bi keda jinan ava bû. Jinan di her qadên civak, parastin û siyasetê de cih girtin. Ev têkoşîn li dijî feraseta serdest a mêr ku şerên xwe bi rêya çanda tecawizê didomîne û hewl dide hebûna xwe li ser pêkhateyên çeteyî yên wekî DAIŞ, El-Nusra û El-Qaîde ava bike, hate meşandin. Mînakên herî berbiçav ên vî şerî li Reqa, Kobanê û Şengalê derketin pêş. Jinan di têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de serkeftin bi dest xistin. DAIŞ’ê, li Reqaya wekî keleha xwe ya dawî didît, têkçûneke giran jiyan kir. Ev yek perçeyekî ji wê têkoşînê bû ku jinan bi hezaran salan e dimeşînin. Her wiha yek ji nîşaneyên herî şênber ên berxwedana jinan û hêrsa wan a li dijî çanda tecawizê bû. Ev têkoşîn, li dijî çanda tecawizê ya ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve pergalekî ku zêdetirî her demeke din a dîrokê xwe li ser keda jinan ava kiriye, şerekî mezin û serhildanek bû. Ji bo jinan, ev şer ne tenê parastina hebûna wan a fîzîkî, her wiha dihat wateya parastina hebûna wan a îdeolojîk û felsefî.

Tê xwestin li Sûriyeyê çanda tecawizê bê pêşxistin

Li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê, çandeke tecawizê heye ku bi rêya îdeolojiya tundrewiya olî tê rewakirin. Li Sûriyeyê, ev çand bi rêya neteweperestiya Ereb û zayendperestiyê ku yek ji şêweyên nûjen ên feraseta serdestiya mêr xwe nû dike. Ev feraseta ku li Sûriyeyê dest daniye ser desthilatdariyê, xwe bi têgeha perçiqandina bihêz a nehêzan pênase dike û di serî de jinan hedef digre. Şopên vê nêzîkatiyê hema bejê li her derê Sûriyeyê xuya dikin. Revandin, firotina li bazaran û rûbirûhiştina jinên Êzidî û Elewî li hember tundiya zayendî û revandin û piştre îşkencekirin û destdirêjiya zayendî ya li ser bi sedan jinên Kurd, Durzî, Elewî û Ereb, yek ji rastiyên herî tarî yên serdema me eşkere dikin. Ev kiryar ji aliyê kesên ku dixwazin vê çanda tecawizê bikin pergalek ve hat pêkanîn. Divê helwestên kesên ku niha Sûriyeyê rêve dibin û yên hêzên derve yên ku destwerdanê li welar dikin, di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Îro, ev çanda tecawizê bi rêya pêkhateyên siyasî yên koalîsyona çeteyan a bi pêşengiya HTŞ’ê li Sûriyeyê cihê xwe çêdike. Her wiha divê mirov şopên vê ferasetê ya li pişt hewldana ji nû ve avakirina dewlet-neteweyê li ser bingeha pêkhateyên mîna çeteyan bibîne. Pêwîst e ev bûyer bi vê têgihîştinê bên lêkolînkirin ku ev çanda tecawizê ya dijminê jinan, herî zêde bi awayekî berbiçav di nava van pêkhateyên çeteyan de xwe nîşan dide.

Hewil tê dayîn ku nîzameke ku îdeolojî û feraseta xwe li ser civakê ferz dike û hewl dide civakê bikşîne nava lepên vê çanda tecawizê bê serwerkirin. Ev nîzam; li ser her cûre zor, tundî, hovîtî û zordariyê hatiye avakirin. Êrîşên li dijî herêmên Sûriyeyê yên wekî Hema, Hums, Şam û Suweydayê û her wiha herêmên Kurdan di nava nîşaneyên herî berbiçav ên vê nêzîkatiyê de ne. Feraseta serdestiya mêr bi rêya komên çeteyên çekdar ku cil û bergên fermî yên dewletê li xwe dikin û bi bermayiyên DAIŞ, El-Nusra û El-Qaîdeyê ve girêdayî ne tê rêxistinkirin û hewldan tê dayîn ku ev feraset li seranserê civakê were belavkirin. Li her deverê ku ev êrîş pêk tên, şopên vê çandê tên dîtin.

Hêrsa li dijî jinên Kurd

Êrîşa komî ya çeteyan a li Hesekê ya li dijî posterekê têkiliya watedar a di navbera porê hûnandî yê jinê û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" de nîşan dida, nayê vê wateyê ku mirov wê wekî bûyereke asayî bibîne. Ne mimkun e ku mirov vê êrîşê ji çanda tecawizê cuda binirxîne. Dema mirov li bûyerên li Hesekê û deverên din ên Sûriyeyê dinhêre, eşkere dibe ku yên niha welat bi rê ve dibin, bi çanda tecawizê tên xwedîkirin. Jin vê yekê dizanin û li hemberî van êrîşan bêdengbûyînê red dikin. Serkeftina ku jinan bi pêşengiya jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dest xistin, bûye çavkaniya sereke ya hêrsa vê ferasetê. Ev hêrs, di kiryarên wekî qetilkirina şervanên jin, êrîşên li ser bedenên wan, jêkirina porê wan ê hûnandî, avêtina cenazeyên wan ji avahiyan û revandina wan de derket holê. Her wiha ev yek li vir nema; ji bo lawazkirina rola siyasî ya jinan, gelek manevra û însiyatîfên siyasî hatin bikaranîn. Nêzîkatiya li hemberî jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Şam û Rojavayê de, vê rastiyê bi zelalî eşkere kir. Dûrxistina jinan a ji pêvajoyên biryardayînê û jiyana giştî, kirina wan wekî hedefa çanda tecawizê û berdewamkirina êrîşên li ser nirxên wan, derket pêş. Tevlîkirina çend jinan a ji b pêvajoya entegrasyonê, tenê bi saya israr û têkoşîna jinan pêk hat. Lê belê dijminahiya li hemberî jinan bi vê yekê sînordar nema û li Hesekê êrîşên nû yên ku nirxên jinan dikirin hedef pêk hatin. Posterên ku şehîdên şoreşa jinan bi bîr dianîn hatin hilweşandin û kiryarên bêguncaw hatin kirin.

Ev dîmenan, yek ji kiryarên herî hovane yên serdema û di bîra kolektîf a jinan de cih girtine ye. Divê ev yek wekî wêneyekî wê hewldanê were dîtin ku tê xwestin bi rêya dewleteke ku veguheriye saziyeke mîna çeteyan, çanda tecawizê li nava civakê bê belavkirin.

Li Hesekê êrîşa hovane ya li dijî nirxên Kurdan û jinan

Bûyerên ku li taxên Neşwe û Giwêran ên Hesekê qewimîn, di nava jin û ciwanan de bûne sedema hêrseke mezin. Ev dîmen dikare wekî nîşandana awayê avakirina "Sûriyeya nû" jî bê şîrovekirin. Her wiha dikare wekî yek ji rêyên ku tê de çanda tecawizê hewl dide xwe di nava vê Sûriyeya nû de bi rêxistin bike, bê dîtin.

Hemû ev bûyer, êrîşekê li dijî bîr, nirx û îradeya diyarkirina çarenûsê ya him jinan û him jî civaka Kurd in. Ew saziya ku xwe wekî dewleteke demkî ya li Sûriyeyê pênase dike, wekî nûnerê vê çandê tevdigere û wê baweriyê xurt dike ku jinên li gorî pîvanên serdestiya mêr tevnagerin "heq dikin" ku rastî tecawizê bên. Ew vê nêrînê bi rêya neteweperestiya Ereb belav dikin. Ev yek di bingeha êrîşên li dijî jinan û nirxên wan ên li Hesekê de ye.

Çanda tecawizê ku li Şamê hatiye sazîkirin

Rêveberiya Şamê, hewl dide bi vê rêbazê re destkeftiyên civaka Kurd, îradeya jinan û mafên ku wan bi dest xistine kedxwarî bike ango ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Wisa xuya dike ku hêzên derve û Tirkiye bi temamî piştgiriyê didin vê nêzîkatiyê. Avakirina netew-dewletên nû yên ku di nava şer û qeyranê de neteweperestî, zayendperestî û tundrewiya olî geş dikin û bi çanda tecawizê mezin dibin, wekî projeyeke sereke ya vê serdemê derdikeve pêş.

Afirandina ya DAIŞ’ê ya li endnîgariya ku Kurdan lê dijîn, armanc dikir ku civakên girêdayî çanda dayîksalarî bi rêya şer, dagirkerî û hovîtiyê yên amûrên çanda tecawizê, tune bike. Bi gotineke din xwezaya şer a vê serdemê; ji aliyê çeteyên çanda tecawizê ve mîna amûrekê bi kar tînin û ferasetên dewletan ên mîna çeteyan ve tê meşandin. Li pişt êrîşên li ser Hesekê, heman hesab û feraset heye. Armancên sereke yên van êrîşan jin, destkeftî û nirxên gelê Kurd in.

Jinan, di dema têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê de ezmûneke mezin bi dest xistin. Îrade û hêza ku ji çanda berxwedanê dihat wergirtin, bi awayekî berbiçav mafdariya têkoşîna jinan a di vê serdemê de nîşan da. Ev têkoşîn bi taybetî bi saya rola çalak a jinên Kurd derket pêş. Bi rêya şoreşê, jinan hişmendî pêş xistin, xwe rêxistin kirin û veguherîn hêzeke çalak a bi bandor. Bi vî awayî wan yek ji mezintirîn derb li çanda tecawizê xistin. Têkoşîna jinên Rojavayê ku îro jî bi awayekî zindî berdewam dike, xwedî hêzeke rêxistinî ye ku rê nade çanda tecawizê serdest bibe. Hêrs û berxwedana rêxistinkirî ya jinan dê wekî yek ji mezintirîn kelehên berxwedanê li hemberî vê "Sûriyeya nû" ya ku hewldana ferzkirina vê tê kirin bisekine. Em dizanin ku bêyî derbaskirina çanda tecawizê, azadiya civakî û rizgariya jinan nayê bidestxistin. Ya herî girîng jî ew e ku bêyî vê yekê, pêkanîna entegrasyona demokratîk an jî avakirina Sûriyeyeke demokratîk ne pêkan e. Azadiya civakî ya rasteqîn, naskirina îradeya jinan, parastina destkeftiyên wan û derbaskirina feraseta serdestiya mêr dixwaze.