Şahla Şahbaz a Efganî: Ji bo serkeftinê divê em bi hev re têbikoşin
Şahla Şahbaz a Efganistanî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bi gotina: “Divê em dengê xwe bilind bikin ji bo serkeftinê têbikoşin” bang li hemû jinên Rojhilata Navîn kir.
BAHARAN LEHÎB
Takhar - Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Parêzvana mafên jinan a Efganistanê Şahla Şahbaz peyama piştevaniyê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê têdikoşin da. Şahla Şahbaz êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û diyar kir ku êşa tê kişandin hevpar e, bal kişand ser girîngiya piştevaniya di navabera jinan de û banga yekitiyê kir.
‘Îro sûcên ku li welatên din tên kirin li dijî mirovên welatê min jî kirin’
Parêzvana mafên jinan Şahla Şahbaz ku li parêzgeha Takhar a Efganistanê dijî bal kişand ser qetliamên ku çetayan pêk anîne û wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Rojava didomînin. Di êrişan de di nav de jin û zarok, gelek kes hatin qetilkirin. Ev tablo ji bo min gelek bi êş e, ji ber ku zêdeyî 40 salan e di erdnîgariya ku lê dijîm jî heman êş heye. Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de kelek zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Îro sûcên ku li welatên cuda tên kirin, li dijî mirovên welatê min hatine kirin û didomin. Qetliam, êrişên tecawizê, îxanet û binpêkirinên tên jiyîn ne nû ne, jinên Efgan 40 salan bûn şahidên van trajediyan.”
‘Divê jinên Rojhilata Navîn bibin yek’
Şahla Şahbaz di berdewamiya axaftina xwe de banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: “Divê em jinên Rojhilata Navîn bibin yek. Divê em jî weke gelê Kobanê û Rojava çekê bigrin û li dijî dagirkeriyê şer bikin. An na em ê her roj bibin şahidên sûc û îxanetên welatên cîran. Ji ber vê divê em dengê xwe bilind bikin û ji bo serkeftinê têbikoşin. Tekane riya rizgarbûna ji zincîrên zaliman, têkoşîn e. Divê em xwedî hişemendî bin û ji bo maf û azadiyê têbikoşin.”