Şaha Xelîl: Emîne Kara heya dawiyê xeta têkoşîna azadiya jinan parast

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê şaha Xelîl komkujiya li Fransayê pêk hat şermezar kir, behsa Emîne Kara ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da kir û got em ê heya dawiyê xwedî li mîreteya wê derkevin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Di 23’ê Kanûna 2022’an de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşeke plankirî pêk hat. Di encama erîşê  de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Welatparêz Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2013’an de bi heman armancên li dijî jina Kurd û pêşenga Tevgera Azadiya Jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez heman êrîş pêk hat û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şaha Xelîl nirxandin kir.

‘Li dijî êrişan pêwistî bi hevgirtinê heye’

Şaha Xelîl komkujiya duyem ku li Fransayê li dijî jina Kurd Emîna Kara û herdu hevalên wê de pêk hat şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di nav pêvajoyek wisa de dijîn ku her roj êrîş li dijî jinên pêşeng tên kirin. Komujiya herî dawiyê li Parîsê der heqê jina Kurd û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara û du hevalên wê de pêk hat û encamê de şehîd bûn. Heya niha me komkujiya yekem li Parîsê, ji bîr nekiriye û ger Fransa dewleteke demokrat bûya wê kujerê komkujiya yekem eşkere bikira. Komkujiya Parîsê li dijî fikir û kesayetên azad ên jinan hatiye pêk anîn. Gelê me van kiryar û êrîşan qebûl nakin û heya niha jî di nav çalakiyên şermezarkirinê de ne. Em dizanin wê ev êrîş hîn jî berdewam bikin lê ya girîng ew e em weke gelê Kurd hevgirtina xwe li dijî van êrîşan xurt bikin. Felsefe û projeya me ya ku em pê bawer dikin esasê serkeftina me ye.”

Emîne Kara 33 salên tijî têkoşîn li pey xwe hişt

Şaha xelîl bal kişand ser kesayeta jina pêşeng Emîne Kara dema ku xebatên xwe yên bi rêxistinkirina jinên Rojavayê Kurdistanê dida meşandin û wiha pêde çû: “Pêşenga me Emîne Kara 33 salan cihê xwe di vê têkoşînê de girt. Bênavber û bê teredut di refên pêş de bû, bi sedan jin li heremê bi hemû pêkhateyên xwe bi rêxistin dikir. Ew li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê sekinî û mohra xwe li dîroka azadiya jinan xist. Ji bo wê dijberiya sîsteman li hember jinên wisa hene. Dizanin ku dema vîna jinan bipejire metirsî li ser berjewendiyên wan tê kirin. Emîne Kara di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî roleke sereke dilîst û gelek jinan bi kesayeta xwe ve da girêdan ku ji xebata jinan hez bikin. Emîne Kara xeta têkoşîna jin û azadiya wê heya dawiyê parast. Bi şehadeta wê re jî em dilsoz in û dibêjin heya dawiyê em ê mîrasê têkoşîna wê biparêzin û di sekn û jiyana xwe de pêk bînin.”