Şagirta Nagîhan Akarsel: Ew mînak bû

Berdevka Akademiya Jineolojiyê û di heman demê de yek ji şagirtên Nagîhan Akarsel Zerîban Hisên li ser jiyan û têkoşîna wê axivî û got: “Nagihan Akarsel di jiyan û hevaltiya xwe de kesayetek mînak bû.”

PERWÎN AMARA

Qamişlo Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha sala 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Du sal di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel de derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin. Endama Akademiya Jineolojiyê û yek ji şagirtên Nagîhan Akarsel, Zerîban Hisên li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel axivî.

Zeriban Hisên got: “Nagîhan Akarsel ji destpêkê ve di xebatên Akademiya Jineolojiyê de cih girtiye. Beriya wê jî xebatên edîtoriyê kiriye di kovarê de. Hedefgirtina kesayetên weke Nagîhan Akarsel hem ji bo me dibin cihê êşê, hem jî cihê sozdayîn û xurtkirina têkoşîna li hemberî vê pergala qirker.”

‘Gotina wê ya herî navdar jinerjî bû’

Zerîban Hisên li ser tekoşîn û girêdana Nagîhan Akarsel a bi jin û xwezayê re jî wiha axivî: “Hevala Nagîhan sala 2017’an destpêkê li Efrînê dest bi xebatên Jineolojiyê kir. Wê demê xebateke bi navê “Sosyolojiya Rojava” ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatibû destpêkirin. Berhema wê xebatê jî weke pirtûkeke bi navê “Siberoja şoreşa jin” hat çapkirin. Hevala Nagîhan her dem ji me re qala jin û enerjiyê dikir, digot “jin û enerjî bi hev re diherikin, mirov nikare jin û enerjiyê ji hev cuda bigre dest. ”Gotina wê ya herî bala min dikşand jî ji bo jinê digot “jinerjî”, wisa pênaseya peyva jin dikir. Heval Nagîhan beriya şehîd bikeve li ser projeya pirtûkxaneya jinên Kurd xebat dida meşandin. Dixwest dengê jinan li tevahî cîhanê belav bike.”

‘Kesayetek di hevaltî û jiyana xwe de mînak bû’

Zarîban Hisên di berdewama axaftina xwe de li ser hevaltiya Nagîhan Akarsel a bi jinan re jî got ku ew her dem dixwest jin bi îrade û zanista xwe têkoşînê bi rêve bibin û wiha domand: “Hevala Nagîhan kesayeteke di hevaltî û jiyana xwe de mînak bû. Xwedî enerjiyeke wisa bû ku diçû kîjan civatê, bi awayekî xwezayî hemû jin li derdora wê kom dibûn. Girêdana wê ya bi xwezayê re pir cuda bû. Vê têkiliya wê di hevaltiya bi jinan re jî xwe bi awayekî xurt dida der. Piştî dagirkirina Efrînê, çawa ku gel li Şehbayê bi cih bû, hevala Nagîhan berê xwe de wê derê û dest bi xebata xwe ya bi jinan re kir. Ew jinên ku hêviyên wan lewaz bûbûn, hevala Nagîhan li her qadê ji bo wan civîn çêdikir û dixwest jin bi zanista jineolojiyê bibin xwedî heviyên mezin. Ji jinên ku bi xwezayê re mijûl dibûn gelekî hez dikir û tekiliyên hevala Nagîhan bi wan re pir xurt bû.”

‘Jinên pêşeng bi armanca pêşîgirtina li têkoşînê tên hedefgirtin’

Zerîban Hisên da zanîn ku heya kujerên Nagîhan Akarsel neyên darizandin wê tekoşîn û çalakiyên wan berdewam bikin û wiha pêde çû: “Hevala Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de, li ber deriyê mala xwe bi 16 guleyan hat şehîdxistin. Ev ne cara yekem e ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de jinên pêşeng tên hedefgirtin. Hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin pêşengiyê ji jinan re dikin tên hedefgirtin. Em hemû jî dizanin ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel jî ji ber vê yekê ye. Ne tenê di nava tevgera azadiya Kurdistanê de, di tevgerên cîhanê de jî qetilkirina jinan ji aliyê dewletên navneteweyî ve polîtîk tê ditin, ev bêdengî jî destekdayîna kujer û dagirkeriyê ye.”

‘Heya kujer neyên darizandin dê têkoşîna me berdewam bike’

Zerîban Hisên di dawî de got: “Em weke şagirtên Nagîhan Akarsel dest ji doza wê bernadin. Beriya çend rojan jî di raya giştî de daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî bi daxwaza ku kujerên Nagîhan Akarsel werin darizandin, hatin weşandin. Em weke şagirtên Nagîhan Akarsel ên Akademiya Jineolojiyê, dibêjin ku heya kujerên Nagîhan, Sakîne, Leyla, Fîdan, Hevrîn Xelef û hemû jinên ku ji di riya azadiyê de hatine qetilkirin, neyên darizandin; em ê dest ji xebatên xwe bernedin.”