Şagirt û mamosteyên ji Rojava: Ziman hebûna me ye

Şagirt û mamosteyên ji Rojavayê Kurdistanê yên 15’ê Gulanê jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin, bal kişandin li ser girîngiya parastina ziman û gotin: “Ziman hebûna me ye.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- 15’ê Gulana 1932’an Kovara Hawarê cara yekem li paytexta Sûriye Şamê bi tîpên latînî û pêşengiya malbata Bedirxaniyan hat çapkirin. Di wê demê de nivîsên Kovar û rojnameyan Kurdî bûn lê şêweyê nivîsê samî ango erebî bûn. Ji dîroka destpêkirina hejmara yekem a kovara Hawarê û şûnde tîpîn latînî ketin dîroka zamanê Kurdî. Ji 15’ê Gulana 2006’an û şûn ve ev roj weke cejna zimanê Kurdî hat pejirandin û li her devera Kurdistanê tê pîrozkirin. Mamoste û şagirtên zimanê Kurdî yên bajarê Qamişloyê cejna zimanê Kurdî pîroz kirin û gotin; “Ziman hebûna me ye.”

’Zimanê me hebûna me ye’

Mamosteya zimanê Kurdî Rojda Mihemed cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Weke her sal, 15’ê Gulanê cejna zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Zimanê Kurdî ji bo me Kurdan zimanekî pîroz e pêhtirî 40 milyon Kurd bi vî zimanê diaxivin, ji gelek zaravayan pêk te. Pêwîst e her mirov bi zimanê xwe biaxive ji ber ku zimanê me hebûna me ye, hinek Kurd hene zarokên xwe dişînin dibistanên zimanê Erebî bi hêvî me ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê jî bikin û wan bişînin dibistanên zimanê Kurdî. Ez cekma zimanê Kurdî li hemû mamosteyên ku ked dane ji bo zarokên Kurd fêrî zimanê dayika wan bikin û şagirdan pîroz dikim.”

’Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e’

Şagirta zimanê Kurdî Maşallah Ahmed behsa girîngiya zimanê Kurdî kir û da zanîn ku zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Tê zanîn ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, em weke gelê Kurd vê rojê pîroz dikin ev roj ji bo me gelekî bi nirx û wate ye. Divê her Kurd fêrî zimanê xwe bibe û bi zimanê xwe bixwîne ji ber ku ziman hîmê me ye, zimanê me pêşeroja me ye, xwedîderketina li ziman xwedîderketina li pêşerojê ye.”

‘Bê ziman jiyan nabe’

Yek ji şagirdên zimanê Kurdî Kajîn Mehmûd jî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku bê ziman, jiyan nabe û wiha bi dawî kir: “Zimanê Kurdî pir girîng e di jiyana me Kurdan de, ziman hebûn û nasnameya mirov diyar dike. Weke dirûşma “Bê ziman Jiyan nabe” divê em bizanibin ku jiyana bê zimanê me, bi ‘xwebûn’ e. Bi riya ziman em çand û hunera xwe hîn dibin. Ji ber ku dema mirovek bi zimanê Erebî biaxive dizane ku Ereb e, em jî gelê Kurd bi zimanê Kurdî divê baş biaxivin da ku dema em biaxivin were zanîn em Kurd in. Bi wê yekê em ê bi serbilindî bijîn. Cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikim.”