Şadiyaya Filistînî: Ez di bin bombebaranê de hewl didim zaroka xwe biparêzim

Şadiya Al-Nimir a Filistînî ku di êrişên Îsraîlê de hevjîn û 3 zarokên wê mirine, bi pitika xwe re hewl dide jiyana xwe bidomîne got: “Di bin bombebarana ku rojên me veguherandiye şevên tarî de ez hewl didim pitika xwe biparêzim.”

NEXEM KERACA

Xeza– Ji ber êriş û dorpêça Îsraîlê ya ku 10 meh in li ser Zivala Xezayê berdewam dike; trajediyên mirovî her diçe zêdetir û girantir dibin. Bi milyonan mirovên ku hewl didin di bin bombebaranê de jiyana xwe bidomînin, her yek ji wan xwedî çîrok û trajediyek e. Tenê tiştên ku Şadiya Al-Nimir jiyaye, rûyê bi êş ê şer nîşan dide.

Mala ku ji bo cilan jê bigrin ketinê bi fuzeyan rastî êrişê hat

Şadiya Al-Nimir a 30 salî ku dema êrişên Îsraîlê dest pê kirin, bi zaroka xwe ya çaremîn ducanî bû li ser êrişan got: “Bi destpêkirina êrişan re ji ber ku em bi rev ji malên xwe derketin, me tiştek negirt ba xwe. Ji bo ez cilan ji hevjîn û zarokên xwe re bibînim, ji neçarî ketim maleke bi xisar lê di wê demê de Îsraîlê bi fuzeyan li malê da. Di wê demê de hevjîn û 3 zarokên min jiyana xwe ji dest dan û jiyana min veguherî xewnereşkê.”  

‘Di mercên gelek zehmet de min zarok anî’

Şadiya Al-Nimir diyar kir ku ji wê êrişa ku hevjîn û 3 zarokên wê mirine, ew sax maye û got ku piştî êrişê êşên zayînî pê girtine. Şadiya Al-Nimir wiha domand: “Ji ber ku nexweşxane nikaribûn xizmetê bikin û hêzên Îsraîlê tevgera mirovan asteng dikirin, bijîjk û pîrik tunebûn. Di odeyeke tarî de min zarok anî cîhanê. Di mercên ku mirov nikare tehemul bike de min zarok anî, bêyî malzemeyên sterîl ên tibî, navoka bebikê hat birîn.”

Piştî zayînê bi pirsgirêkên nû re rûbirû ma

Şadiya Al-Nimir da zanîn ku piştî zayînê bi pitikê re di mercên zehmet de maye û got ku ji ber nedihiştin xwarin û derman bikevin bajar, nikaribûye baş li pitikê binêre û wiha domand: “Navendên Tendirustiyê derziyan li pitikên ku nû ji dayik bûne nade. Ji ber şert û mercan her roja derbas dibe jiyan û tendirustiya pitikê zêdetir dikeve xeterê. Malbata min parçe bû, niha ez bi çarenûsek ku nizanim dê çawa bibe re rûbirû me. Ji bo pitika xwe têr bikim têdikoşim. Di bin bombebarana ku rojên me veguherandine şevên tarî de hewl didim pitika xwe biparêzim. Ez di mercên xirab de hewl didim bi stresê re derkevim serî.”

Şadiya Al-Nimir, got ku ji ber mirina hevjîn û zarokên xwe pir xemgîn e, di ser wê de jî bi tirsa cihê lê dimîne were bombekirin dijî û nizane ku dê encam çawa be.